Hevserokê PYDê Şahoz Hesen li bajarê Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û di civînîda ragihand, Tirkiyê dixwaze demografiya Efrînê biguherîne û ezmûna li Rojavayê Kurdistanê têk bibe.
Şahoz Hesen di axaftina xwe da wiha got: „Êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê ji bo dagîrkirina parçeyên din ên Kurdistanê, her ji Efrînê heta Kerkûkê ye. Hikûmeta Tirkiyê bi aşkere wê yekê dibêje. Li hember êrişên Tirkiyê, li Efrînê berxwedanek mezin heye û ev berxwedan ne tenê berxwedana şervanan an xelkê Efrînê, lê belê berxwedana tevahiya Kurdistanê ye.“
Şahoz Hesen li ser pirsek di derbarê nîyeta Tirkîyê ya ji bo Rojhilata Firatê jî wuha got; „Rewşa Rojhilata Firatê cûda ye, Tirkiye bêyî razîbûna aliyên navdewletî nikare êrîşî li rojhilatê Firatê bike. Me jî tedbîrên xwe girtine û dê rê li pêşiya her êrîşeke Tirkiyê yên li ser Herêma Cezîrê û Kobanî bike, bigrin.
Şahoz Hesen ji bo helwesta piraniya partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên li hermber rewşa Efrînê jî wiha got; „Helwesta piştgiriya piraniya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê pêngaveke erênî ye, lê belê hêjî Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesteke fermî li ser êrişên li ser Efrînê nîşan nedaye. Hêvîdarim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê rewşa Efrînê da helwesteke zelal ji nîşan bide.