Dema mirov medyaya dîtbar ya tirkîyê dişopîne matmayî dimîne. Hema heroj piranîya televîzyonan da, rojane şerê Îsraîl û Hamasê, hilbijartinên herêmî û kurd tên nîqaşkirin.
Dema pêşkêrkar, beşdarên xwe didin naskirin, karîyerê wan beşdaran bala mirov dikişîne. Piranîya beşdarên wan serbazên teqawîdin, bi karîyera dr. û prof. hwd, didin naskirin. Li kêleka wan jî hinek akademîsyenên zangohan û xwedêgiravî rojnamevanên pisporê rojhilata navîn jî cîh digrin.
Dema behsa Xazeyê tê kirin, bi selawatan qala serkeftin û şerwanîya Hamasê dikin. Gotinên bê bingeh tînin ziman. Tu dibêjî qey ji wan beşdaran, her yek mîlîtanek Hammasê ye diaxifin. Sankî li qada şerin û bi kelecan methê çekdarên hamasê didin.
Pişt ra yek ço û çirpî dikin destê xwe û li ser neqşa Rojhilata Navîn dest bi şirove ya dikin. Lê generalên teqawît ji hemû sivîlên bê apolet daha objektîf di peyivin.
Li Xazeyê ji sê mîlyon Filistînyan, du mîlyonî zêdetir malê wan xirab bûye û koçber bûne. Ji sîh hezarî zêdetir Filistînî hatine kuştin.
Bi derewan li ber ekranê TVê behsa qehremanîya, terorîstên Hîzbûllah, Hamas û çekdarên Îslamîst dikin.
Ji ber hebûna leşkerê Amerikayê, dibihecin û zikê wan diqelişe. Dibêjin çima ew tên Rojhilata Navîn. Çima li kurdan xwedî derdikevin. Daxwaza hemûya e we kû Amerîka li dewerên kurdan nebe. Ji ber ku bandora Tirkîyê daha zêde li ser welatên Ereb û kurdan bibe. Derd û kulê wan hemûyan, Başûr û Rojavayê Kurdîstanê ye.
Halbûkî, derdê wan jî wek partîyên çepgir û îslamîstan ne ol e ne jî îdeolojîye. Derd û kulê partîyên îslamîst û çepgirên Kemalist wek hev in û êşa hemûyan Kurd û Kurdistan e.
Di gengeşîya da car caran serbazên îstixbaratê dikevin rola parastina mafên mirovan. Lê akademîsyenê sivîl û rojnamevanên bê apolet jî dikevin rola serbazan. Lê gotinê hemûya dawîya dawî tê li ser pirsgirêka kurdan, li ser hilbijartin û PKKê disekinin. Hinek dibêjin 6 mîlyon dengê DEMê hene, hinek jî ji wan dengan wek piştgirîya partîyekî terorîst dibînin. Ji wan beşderwanan her yek alîgirê partîkîne. Lê di dema hilbijartinê da bi fêlbazî bi çavê biratîyê li kurda mêze dikin. Berî her tiştî bi yekitî û yekrêzîya miletê tirk disekinin. Çepgir û rastgirê wan, bê tawîz yekitîya dewleta xwe diparêzin. Lê li ser pirsgirêkên piçûk jî şer dikin. Ji ber ku heroj derdikevin programa, her yek wek listikvanê şanogerîyê, profesyonel rol digrin û dilîzin.
Dawîya dawî dîsa tên li ser pirsgirêka kurdan disekinin. Derd û êşa wan bi temamî miletê kurd û Amerîkaye. Ji bo ku, Kurd li çar perçeyên Kurdistanê neben xwedî maf, her tiştî bi sîyaseta PKKê girê didin. PKK jî, ji bo Tirkîyê bûye wek xizna zêran. Ji ber xeletîyên PKKê, bi kêfxweşî dagirkerîya Efrîn û Serêkanîyê tînin ziman. Dibêjin gerek Mûsil û Kerkûk jî bikeve bindestê Tirkîyê.
Bi behena teror û terorîstîyê, daxwazên dewleta xwe tînin ziman, daha zêde li erdnîgarîya Kurdistanê û li hezîneya bin erdê Kurdistanê xwedî derkevin.
Daxwaza wan ewe ku, Tirkîyê li ser Mûsil û Kerkûkê bibe xwedî maf. Ew jî ji peymana bi nave Enqerê, di sala 1926an da bi Îngilîstanê ra çêkirinê her dem tînin rojevê.
Loma hebûna PKKê jî ji bo Tirkîyê dibe sedema pazarkirina Mîsâk-ı Millî. Ji xwe di paradîgma PKKê da jî Mîsâk-i Millî tê parastin. Ez bawerim şerê Tirkîyê û PKKê li ser erdê Başûrê Kurdistanê jî tê wê wateyê ku, ji bo dagirkerîya Tirkîyê zemînekî baş tê amedekirin. Eger ku ne wer bûya, PKKê bi hemû hêza xwe, li Efrînê û li Serêkanîyê li dijî dagirkerîya Tirkîyê şer bikira.
Lê ew bi kîjan nav û rengî, nîqaş û derewa dikin bila bikin, heqîqeta Kurda û Kurdistanê nayê guherandin.
16.03.2024