Îranê êrişî Îsraîl kir.
Supay Pasdaran a Îranê ragihand, ku wan bi sedan mûşek û dronan va li dijî Îsraîlê operasyon dane destpêkirin.
Di derbarê vê êrişda Supay Pasdaran daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê da hat gotin, ku hêzên asmanî wekî bersiva êrişa Îsraîlê ya li konsulxaneya Îranê ya li Sûriyeyê, bi sedan dron û mûşekan li hin hedefên li axa rejima siyonîst xistine.
Piştî êrişa Îranê Serokê Amerîkayê bi telefonê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ra axifî û êrişa Îranê bi tundî şermezar kir.
Biden piştî peywendîya bi Netenyahu ra daxuyaniyek da û tê da wiha got; “Îro Îran û hêzên wê yên çekdar ji Yemen, Sûriye û Îraqê êrişeke hewayî ya neçaverêkirî li baregehên leşkerî yên Îsraîlê pêk anîn. Ez wê êrişê bi tundî şermezar dikim.
Bi fermana min, artêşa Amerîkayê firoke û sîstemên îmhakirina mûşekên balîstîk li herêmê bi cih kirin ku piştgiriya berevaniya Îsraîlê bike.
Me alîkariya Îsraîlê kir ku hema hemû mûşek û dronên hatin xistin.”
Serokê Amerîkayê di derbarê peywendîya xwe ya bi Netanyahu ra jî wiha got; “Min ji Netanyahu ra got, Îsraîlê şiyaneke nedîtî nîşan da ku xwe biparêze, tevî êrişên neçaverêkirî.”
Herwiha Biden diyar kir ku ew dê bi serkirdeyên G7 ra bicive da ku ew bi bersiveke dîplomatîk a yekgirtî bidin Îranê.
Joe Biden ji bo vê yekê jî got; “Her çend êriş li hêz û baregehên me nehatine kirin lê em dê li hember her gefekê hişyar bimînin û ji bo parastina xwe û gelê xwe em dê dudiliyê nekin.”
Îsraîlê jî da zanîn, ku wan û hevpeymanan piraniya dron û mûşekan xistine.