Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê dest pê dike.
Bi sedan weşanxaneyên ji welatên cuda beşdarî pêşangehê dibin.
Ji Bakurê Kurdistanê jî hinek weşanxane beşdar dibin, ku ji wan yek jî weşanxaneya Avestayê ye.
Xwediyê Avestayê Abdullah Keskîn li ser hesabê xwe yê Xê qala astengîyên ku di beşdarbûna pêşangehê dike û wiha dibêje; “Xwedê dizane û em dizanin bê bi çi zehmetiyan em beşdarî pêşangeha Hewlêr dibin.
Li Marsê dê wisa zehmet nebe, bê henek.
Her sal em dibêjin careke din tobe lê piştre hisiyat serdest dibe û em ji bîr dikin.
Nebêjin we negot, nabe ev bar tenê ser milê me be, bi vî awayî em careke din naçin.”
“Pirtûk li deriyê sînorî tên ragirtin”
Keskîn di derbarê şandin û vegerandina pirtûkan da jî wiha dibêje; “Em pirtûkan ji Stenbolê dişînin Amedê, ji wê derê dişînin Silopiyayê ji wê derê jî dişînin Zaxoyê. Paşê em ji Zaxoyê jî tînin Hewlêrê. Ev hemû li ser me dibe bar.
Ji bilî vê yekê pirtûkên me li deriyê sînorî li aliyê Herêma Kurdistanê tên ragirtin.
Ji bo derbaskirina pirtûkan çend belgeyan ji me dixwazin.
Heta em wan belgeyan peyda dikin çend rojên me diçin.
Dema pirtûk li derî tên ragirtin mesrefa veguhastinê zêde dibe.
Divê rêveberiya pêşangehê dema em serlêdana xwe dikin hemû belgeyên pêwîst bide me lê tiştekî nake.
Bi rastî em pirtûkan bişînin Amerîkayê hêsantir e.
Bi sedan pirtûkên me yên nivîskarên ji Başûrê Kurdistanê hene û gelek pirtûk hene me çap kirine lê hîn jî li Herêma Kurdistanê nehatine çapkirin.
Em dixwazin di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de pêwendiyên çandî bihêztir bibin.
Lê rêveberiya pêşangehê şert û mercên gelekî dijwar datîne ber me û ti hêsankariyan ji me re nake.
Berî pêşangeh dest pê bike bi mehekê pereyan ji me dixwazin.
Ji me re dibêjin pereyan bişînin an jî beşdar nebin.
Ew pereyên em ji bo beşdarbûnê xerc dikin qet em qezenc nakin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hinek pêşangeh belaş in an jî pereyekî gelekî kêm dixwazin lê ya Hewlêrê pereyekî zêde dixwaze.
Lewma me nikarin têra pirtûkên xwe cih kirê bikin.
Eger ne ji bo hisiyatên neteweyî bûye em qet beşdarî pêşangeha Hewlêrê nedibûn.”
Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk jî li ser hesabê xwe yê Xê behsa heman mijarê kir.
“Heta pirtûk hatin îmana me çikiya”
Suleyman Çevîk wêneyên pirtûkên ku anîn Hewlêrê belav kiriye û gotiye:
“Heta hevalan ev pakêt şandin îmana wan çikiya. Axir pirtûkên me gihiştine pêşengeha Hewlêrê.
Çiqas em diçin Başûr eynî zehmetî derdikevin. Îro zehmetî qediyan, teseliya me çûyina pirtûkan e!
Sibe li Hewlêrê pêşengeha kitêban vedibe û Nûbihar jî li pêşengehê standa xwe vedike.”