Ji ber êrişa ku li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin, artêşa Amerîkayê dest bi operasyonê kir.
Hat ragihandin ku di qonaxa yekem de li Îraq û Sûriyeyê zêdetirî 85 hedefên Supaya Quds a Pasdarên Îranê û milîsên şîe yên ku Îran piştgiriya wan dike, hatine bombebarankirin.
Serokê Amerîkayê li ser êrişên esmanî daxuyaniyek da û tê de wiha got:
Li ser fermana min, hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê navendên ku ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê û milîsên ku ew piştgirî dikin ji bo êrişî hêzên Amerîkayê bikin, bikar tînin dan.
Têkoşîna me îro dest pê kir. Ew dê di dem û cihên ku em hilbijêrin da berdewam bike.”
Em ne li Rojhilata Navîn û ne jî li cihekî din pevçûnê naxwazin.
Lêbelê yên ku armanc dikin zirarê bidin me divê vê bizanibin: Eger hûn zirarê bidin Amerîkiyekî, em dê bersiv bidin.”