
Mirov dibêje, meha Mijdarê qey meha herî xemgîn a salê ye.
Payîza zêrîn ber bi dawiyê va diçe. Pelên sor û zer rengdayî, diweşin, li ser hev diqurmiçîn û mîna çarşefek gewr rûyê erdê diniximînin. Meha Mijdarê xwedî navûdengek xirab e jî, merîya di nav xemgînîyê da dihêle. Li vir, li Erîvanê jî wusa ye. Lê xemgînîya vê mehê ya îsal, li Erîvanê bi naveke din tê binavkirin: Artsakh (Qerebax). Ermenîyan di şer da wenda kirin. Deverên derdora Qerebaxê, ku Ermenîyan salan berê bidestxistibûn, careke din dîsa ji destê wan derdikevin. Bajarê Şuşayê jî ji alî Azerbaycanê va hate girtin. Di vê meha Mijdarê da…
Nearamîya Gel, ew nearamîya ku mêjûyê min jî mijul dike, dixwazim bi birrîna porê xwe va jê xilas bibim. Jibo vê yekê radibim û berê xwe didim saloneka kuafor. Piştî amadekirina ji bo birrîna por, dixwezim cixareyek bikişînim. Jibo vê yekê jî naxwazim derkevim ber derî, loma rêya daşîrê dipirsim, dibe ku odeyeka tê da cixareyek bikişînim, li paş hebe. Gava ku ez di ber derê pêjgehê ra derbas bûm, bala min kişand, ku jinek li ser kursîyek rûniştîye û çavê xwe kutaye ser ekranê telefonê. Ez jî ketim hundur û bi porê xwe yê şil, li ser kursîyek vala rûniştim. Piştî demeke kurt jinik ji cîhê xwe rabû û ji min ra fîncanek qehweya Ermenîyan çêkir û anî da ber min. Dîana, navê xebatkara kuafor, îro cara duyeme dibînim. Dema ku em galegal dikin, ew ji nişkê va ji min dipirse, ka ez li ser rewşa welêt a niha çi difikirim. Ez bi pirsa wê matmayî dibim.
Ez li vir hînbûm, ku di axaftinên sîyasî da baldar bim. Bi taybetî, ez naxwazim ji bo kesên ku li vî welatî dijîn, biryarek bidim, ya herî baş çî ye ya jî çi nîne. Lêbelê, ez di wê baweriyê de me, ku ji zû va dawîlihatina şer tiştek rast bû. Dibe ku ev nêrîna min ji hinekan ra reşbîn xuya bike, jiber ku di destpêkê da jî xuya bû Ermenîstan dê şer winda bikira. Pêwîst e, ku ew bi elîta kevn an dijberên Pashiniyan ra nexapin, wekî çend rojên paşîn li vir li Erîvanê hate îspat kirin. Pir kes helwesta rêvebirîya şer a di wendakirinê da baş dibînin. Jiber ku ya ji wê hîn xirabtir jî hebû, ew jî radestîbûna tevahîya welat bû. Lêbelê, zû an dereng em gihîştin wê roja şînê.
Bi hezaran zêde kes derketibûn kûçe û kolanan, ku ji wan qismek ji tund û tûjîyê dûr bûn. Wan parlamento dagir kirin, hewl dan û xwestin ku Serokwezîr Nîkol Paşînyan îstifa bike. Ew hewladan heta roja îro jî didome… Herwiha hate dîyarkirin, ku hewlek kuştinê ya li ser wî di çirkeya paşîn da hatîye asteng kirin. Sedem vê yekê min çend rojên dawî xwe ji xwepeşandanên girseyî dûr xist û li mal mam. Piştî hefteyekê jî li kûçe û kolanan hebûna polîsan kêm nebû.
Erîvan bajarek bi aramîya xwe tê naskirin, li vî bajarî alozî û tevlihevî kêm e. Niştecîhên bajêr jî bi rêgezên civakî va girêdayî ne. Ramana civakî pirr bi hêz û xurt e. Herkes li otobosê sîyar dibe û berî ku jê peya be, 100 Dramê xwe dide û jê dadikeve. Ji ber vê yekê ye ku min tavilê kêmbûna polîs a li bajêr ferq kir kiribû. Lêbelê ev rewş di çend rojên paşîn da hate guhartin. Mirov dibêje qey serhildanek heye, ku li her derê bi hêjmarek zêde polêsan dibîne.
Di sohbetê da xûya dibe, ku Diana dijberê rejîma niha ye. Ew dibêje, Paşînyan mirovek delodîne û miletê xwe firotîye. Di vîdyoyeka ku wê nîşanî min da, Pashinyan li ser wendakirina bajarê Şuşayê gotinek wusa kirîye; „Em ji bo çi hewceyê Şuşayê ne.“
Du kurên Dianayê hene, ku ew dixwaze di Sala nû da wan bişîne Moskowayê, cem dapîr û bapîrên wan.
Diana dibêje; „li vir ji bo zarokên me ti pêşerojek nemaye, bi taybetî ji bo kurên me. Ger ku kurên min li vir bimînin, divê ez nefreta wan a li hemberê Tirkan bihêz bikim, wekî din ew sax namînin. Ji ber ku li vir rîya wan di dawîyê da derdikeve ser rêya şer, di demek da ew ê jî bibin leşker. Pirsgirêka miletê me ev e, ku ew nikarin rabirdûyê li dû xwe bihêlin. Jenosîd di sala 1915an da qewimî, lê divê em wê li paş xwe bihêlin. Herwiha me 2020an da jî wenda kir, lê dîsa jî divê em jîyana xwe bidomînin.“
Gotinên xwe tîne ser Tirkan û dibêje; „Ez ji Tirkan nefret nakim, bîlakîs ez ji wan hez jî dikim. Gelek hevalên min, Tirk in. Rast e, bav û kalên wan sedsal berê bav û kalên me kuştin, lê divê em dawî li vê yekê bînin. Tirkên ku wê qirkirinê hê înkar dikin, ew, divê ji bo vê yekê şerm bikin.“
Gor nêrîna xwe kêmasîyên Ermenîyan jî tîne ziman û dibêje; „Pirsgirêka Ermeniyan ev e, ku ew vê nefreta wek mîrat ji wan ra maye, di dilê xwe da dihêlin û derbasî nifşên nû dikin. Ez jî vê yekê baş dizanim. Lê dîsa jî ez dixwazim, ku di dilê lawên min da hezkirin cîh bigre. Divê ew hezkirinê bizanibin û ji kesî nefret nekin. Loma ez ê wan bişînim Rûsyayê. Ez herroj dua dikim, lêbelê ne ji bo careke din bidestxistana welatê me yê dagirkirî. Ez dua dikim, ku fikr û raman were guhartin. Ji bo vê yekê jî divê mirov naveroka mêjûyê xwe biguherîne.“
Ew bênavber diaxife û dibêje, „Ermenî dîrokê jibîr nakin. Ev tişteke girîng e. Divê mirov eş û kederên xwe yên rabirdû da rû dane jibîr neke. Lêbelê, ger ku zarokên 5 salî derkevin kolanan û biqêrin, we li kûderê Tirkek dît, serê wan ji qirikê va jê bikin… Ev yek jî marîfet nîne.
Ew li min vedigere û ji min dipirse; „Dê ev heta kîngê bidome?“
Ez jî van hemû tiştan baş dizanim. Ji ber ku em Kurd jî bi bîranînên tirsnak û bi çîrokan mezin bûn. Ew bîranîn û çîrokên ku tê da eşa gelê me cîh digre, di hiş û mêjûyê me da zindî dibin û ti car nayên jibîrkirin. Ev yek carcarinan mîna pêşbaziyek di nav rojeva me da jî cîh digre. Dema ku em bi hevalên xwe ra li ser vê mijarê qise dikin, difikirin ku gelo bavê me kîjanî bêtir ji dewleta Tirk tade dîtîye û êşîya ye…
Gor nêrîna Dianayê, ger ku em nexwazin dîrok careke din dubare bibe, divê em dest bi bexşandinê bikin. Ez vê yekê jixwe dipirsim û dibêjim:
Gelo ev yek ewqas hêsan e, ya jî bi rastî em di nav gêjgerînkek bêdawî da digerin?
Ev yek êşa me dide birîn?
Wek mînak, îro hemû cîhan jinên Kurd, şervanên YPJ bi tiliyên xwe nîşan didi, ku ew bi tena serê xwe li Rojava û Bakurê Iraqê şerê rêxistina îslamîst a terrorist, ISISê kirin e.
Gelo ev wêrekbûn, ev hêz û mêrxasîya ku jin û mêrên me pê tên nasîn ji ku tê?
Gelo ev şervanîya wan, azmûna ji şerê bi salan e, ku em wî ji nifşekê derbasî nifşeke din dikin?
Gelo ew şervanîya ji dil neba, em ê çawa bana?
Mirov bi bandorên xwe yên hundurîn û derveyîn xwe ava dike. Bêguman di dîroka her miletek da xem û êş cîh digre. Lê em ew milet in, di stranên xwe da jî evîna romantîka ku di nav mirovan da derbas dibe, bi welatê xwe va girê didin. Ku ew jî çanda me ye. Di hişê me da valahîyek cîh girtîye û jê ra bêwarî tê gotin, beyî wê gelo emê çawa bin?
Hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo gelek Ermenîyan, xêncî Dianayê, ev pirsek ji pirsê ye.
Diana, bi hejandina serê xwe va bersivê dide, ka ew ê ji Ermenistanê jî derkeve. Rev di pirsgireka wê da cîh nagre. Ermenîstan welatê wê ye û ger ku bimre, ew dê bi gelê xwe ra bimire. Jiber ku ev der welatê wê ye, koka wê bi hemwelatîyên wê va li vir erd girtîye û pel daye. Li vir ew ji dayîk bûye û dê ji vir jî xatir ji dinyayê bixwaze…
20.11.2020