Ev cara yekemîn bû, ku ez rastî peyva „sêxiştî“ hatim.
Sêxiştîyên Kurmancî jî navê pirtûka Prof. Dr. Celîlê Celîl û Gulê Şadkam e.
Celîlê Celîl û Gulê Şadkam sêxiştî ya jî bi navên xwe yên din sêrêz li Xorasanê berhev kirine û weke pirtûk weşandine.
Di pirtûk ji 1701 sêxiştî cîh digrin.
Gor gotina Gulê Şadkam, wê û Celîlê Celîl li Xorasanê 2000 sêxiştî berhev kirine, dû ra li bêjingê xistine û ji bo çapkirinê jî 1701 heb hilbijartine. Ji yên mayîn hinek ji alî zarbêjan va zelal nehatine gotin, hinek jî tevlihev bû ne.
Celîlê Celîl di pêşgotina xwe da qala çîroka berhevkirina sêxiştîyên kurmancî dike û ji bo sêxiştîyan jî wiha dibêje; „Sêxiştî di nava zargotina Kurdî da, li seranserê Kurdistanê û dîyasporaya wê da hunereka pir hezkirî û belavbûyî ye. Di hin heremên Kurdan da ji wan ra dibêjin, heyranok, dîrok, sêxiştî, sêrêzî, dilok, manî, bend, çarîn û hwd…“
Wek tê zanîn, zargotina kurdan zargotineke dewlemend e.
Zimanê kurdî jî bi saya wê dewlemendîyê wenda nebûye, herwiha bi dewlemendîya xwe ya xwezayî heta roja îro hatîye.
Binavkirina Kurdên Xorasanê sêxiştî ya jî sêrêz, stranên kin û kurt in. Her rêz jî bi heyşt lingan e, bi teqil tê vegotin.
Gulê Şadkam jî di pêşgotina xwe da sêxiştîyan wiha tarîf dike û dibêje; “Sêxiştî beşek herî girîng ji edebîyata devkî ya Kurdên Xorasanê ye. Ji 5ên heta 15 heceyan, ku bi heşt heceyî ji yên din pirtir hatîye gotin.
Sêxiştî, gêpên dilê jinan û mêran e li bêdilî û cudayî, li şadî û xem, li xerîbî û hêsîrî û li omidî û naomidî. Her sêxiştî, çîrokek qiçik û şîrin e ji jîyana xelkê, geh hîkayeta demekê ye û geh mîna birûskekê li dilê asîmanan vediberiqe û geh mîna kanîyeka zelal, aram ji dilê çîyayan dikele û dere. Sêxiştî gepek ji dilî rabûye û loma li dilî jî xweş tê…“
Bi gotina Celîlê Celîl; sêxiştî ya jî sêrêzî, bi naveroka xwe wek neynika dîroka Kurmancên Xorasanê ne. Di naveroka sêxiştîyan da koçberî, tehlî û tengîyên jîyana wan a ji axa bav û kalan dûr cîh digre. Mirov di naveroka sêxiştîyan da rastî hemû êş û jana wan, xem û xeyalên wan tê. Di sêxiştrîyek da bi xem distirên û wiha dibêjin:
Va çîyana çîyê me nîn in
Merxê çîyê me hêşîn in
Kew li çîyê me dixwînin
Dîsa mirov di naveroka sêxiştîyan da dibîne, ku Kurmancên Xorasanê li zimanê xwe xwedî derketine û dîroka xwe winda nekirine. Bi hesreta welatê xwe jîyane, di xewn û xeyalên xwe da ew welatê xwe yên jê bêpar mane, xemilandine û bi sêxiştîyan va ew hesreta xwe anîne ziman û gotine:
Welatê me Erzirûm e
Wî çîya û gul û tûm e
Heft sal in ez ji cî bûme
Welat û koçberîya wan a dijwar, rêya wan a dûr û dirêj ji bîra wana neçûye. Li ser neheqîya li wan hatîye kirin, strane, bi gazî û lomeyên ji bêrçaretîyê ji halê xwe ra lorandine û gotine:
Xelko can, le me çi kirin
Malê me le gan bar kirn
Ji welatê xwe em dûr kirin
Di jîyana Kurdan da koçberî û xerîbî, dûrketina ji axa bav û kalan, zilm û zordarî ti car kêm nebûye.
Kurdên Xorasanê jî li ser jîyana xwe ya li koçberîyê sêxiştî derxistine û vegotine, ku ji wan ra dibêjin stranên cudayê.
Stranên xerîbîyê jî di nav Dzargotina kurdan da dengbêjî û stranbêjî xwedî cîheke girîng e, ku di nav dengbêjîyê da jî stranên li ser xerîbîyê xaleke taybet e, ku wek stranên xerîbîyê hatine binavkirin.
Mînakek ji sêxiştîyên li ser xerîbîyê hatine derxistin:
Merxê çîyê Serhedê me
Berindirê dûr je dê me
Ez umreke çav le rê me
Herwiha wek stranên li ser mêranî û mêrxasîyê, sêxiştîyên li ser mêranî û mêrxasîyê hatine derxistin jî hene. Ev sêxiştîya jêr jî li ser şer û şervanîya kurdan e:
Uris hatîye nav kwîna ne
Ekişînin ew bîna ne
Zîwe-zîwê wan jina ne
Gulê Şadkam, di dawîya pêşgotina xwe da qala jîyana Kurdên Xorasanê, jîyana wan a ku bi êl û êşîrtî derbas bûye, dike û wê jîyanê bi sêxiştîyek va wiha dixemilîne:
Nika koç û rêkoça mîna berê tune, ku li biharê bînên Kurmanc bi hezar xeml û refşê malan hilînin, deveyan bixemilînin û keçikên bi refşê Kurmanc bi cil û libasên sor û zer û boz bi pêşîya qeterdeveyan bikevin û serê heft qeter nêr û meya ji nav gul û gîyayan, bikişînin û ro li çîyayan herin, ta cahilek bi dil, bi hesret û erman yara xwe bibîne ku tev li koçê dere û ji dilî da bixwîne:
Sîsebozê xwe niqişand
Serê meya boz dikişand
Min wî dûra erman kişand
Çapa Sêxiştîyên Kurmancî ya yekem di sala 2012an da, ya duyem jî di sala 2018an da ji alî Weşanxaneya Wardozê va hatîye çapkirin.
Ev pirtûk bi pêşgotina Celîlê Celîl û Gulê Şadkam, bi 1701 yek Sêxiştîyên Xorasanê va çavkanîyeke zêrîn e.
Sêxiştîyên jî, ji bo her evîndarê zimanê kurdî, hêjayî xwendinê ne…
24.04.2024