Du Balyozên Amerîkayê, ku salan berê li Îraqê kar kirine, rewşa herêma Kurdistanê dinirxînin. Ji wan yek Zalmay Xelîlzad, yê din jî Douglas Sullivan e.
Zalmay Xalîlzad di navbera salên 2005-07an da, Douglas Sullivan jî di navbera salên 2016-19an da wek Balyozê Amerikayê li Iraqê kar kiribûn.
Nênerê Rûdawê ji herduyan dipirse, ku ew rewşa Herêma Kurdistanê ya îro û gor dema ku ew li Îraqê bûne çawa dibînin?
Zalmay Xelîlzad: Bi baweriya min dema ku ez li Îraqê bûm, pêwendiyên Bexda û Herêma Kurdistanê baştir bûn. Dema ku destûr hate pesendkirin û şahî hatin kirin ez li wir bûm. Di navbera Îraqiyan de lihevkirin çêbû. Piştre destûr hat pejirandin, hilbijartin hatin kirin û hikûmet hat avakirin. Wê demê di aliyê pêwendiyan da rewşeke pir erênîtir hebû. Niha, têkilî ne baş in. Hewlêr, Herêma Kurdistanê pirsgirêkên wê yên mezin ên aborî û darayî hene. Di nava wan da mûçe û rawestandina hinartina petrolê hene. Hêvîdar im, ku rêkeftina bi Bexdayê ra tê kirin, li Kurdistanê bibe sedema guhertinan.
Divê partiyên mezin bi hev ra tevbigerin û Kurdistan bibe armanca wan a yekem û bi hev ra hevkariyê bikin. Hêvîdar im di van mijaran de pêşketin çêbibin.
Ji bo heman pirsê Douglas Sullivan jî wiha dibêje: Xuya ye ku nakokiyên Herêma Kurdistanê li gorî dema ku ez li wir bûm kûrtir bûne. Tevî ku li Kurdistanê her tim nakokî hebûn. Hêvîdar im, ku partîyên Kurd herçiqas li ser her tiştî li hev nekin jî di danûstandina ligel hikûmeta Bexdayê divê roleke wan a bihêztir û armancên wan ên zelaltir hebin. Jibo vê yekê jî divê Kurd li Bexdayê xwedî yekhelwest bin.