Kekê hêja û Mamosteyê delal Lokman Polat, bo nirxandina bersivên min li ser bîranînên Burkay re zor spas. Te gelek zehmet kişandiye û “Emek iyi, yaratanlar kötü – Ked baş e, Afirîner Xirab e“ girtiyê bin projektorên xwe.
Dibe ku em hev bi şexsî nasnekin. Lê ji hevûdu, kar û xebatên hevûdu agahdar in.
Min destpêka pirtûka “Emek iyi, yaratanlar kötü“ de diyar kirîbû û dubare dikim: Xweziya Burkay bîranînên xwe ûsa nenivîsandîba û bersivek ûsa jî ne hewce ba. Lê nebû…
Ez jî wek te difikirim û min di pirtûkê de jî aniye zimên: Kadir, kadro, endam, sempatizan û hogirên Tevgera Riya Azadî û PSK bi çend îstîsneyan hemû jî pîrûpak û dilsoz, fidakar û jîr bûn.
Burkay çavên xwe girtîbû û êrişî hemû hevalên xwe kirîbû û li ser de jî piraniya ronakbîr û kesayetên 60-70 salên dawî tewanbar û reş dikir. Bêdengmayîn nedibû û min jî li gor hinek pîvanan xwest ku wan bînim ber çavan.
Tu jî dizane ku bîranînên Burkay di nav sî salan de perçe perçe hatin weşandin û wî xwest ku bersivên ku bên dayîn bê tesîr û bandor bimînin û herkes tenê li ser neheqiyên li hemberî şexsiyet û kesayetiya xwe mijûl û kûr be.
Hevalên pêşeng yên tevgera me ji min sed car jî ji aliyê bersivdana Burkay jîr, zana û pispor in. Cûdahiya bersiva min ev bû: Min xwest ku sûretek, fotografek, an jî bi gotinek din rontgenek tevahî ya şexsiyeta Burkay bikşînim û bînim ber çavan. Û niha jî dibêm û dubara dikim, ev hûner li ba min nebû, nîn e, lê dîsa jî min xwe berpirsiyar û deyndar dît.
Niha jî dixwazim tebiniyên, notên xwe li ser nirxandina te bi nav bikim:
Te nivîsiye: “Di pirtûka Memo Şahîn de mijareke ku zêde di raya giştî de nayê zanîn ango derbarê biryara têkoşîna şerê çekdarî a PSKê ku di dema sekreteriya Burkay de hatibû girtin, agahdariyên berfereh hene. Wek tê zanîn ew biryar û hewldana wan a şerê çekdarî jî bi fîyaskoyê re dawî bû. Encama biryara wan a şerê çekdarî de sê hevalên/endamên wan ên ku veqeyiyabûn gulebaran kirin, yek hate kuştin û du kes jî birîndar bûn.
„Bi ya min, bûyera qampa perwerdeya çekdarî li başurê Kurdistanê îstîsnayek bû pêk hat. Bûyerek nebaş bû, kurd bi destê kurd hate kuştin. Derbarê vê bûyerê de kesê ku birîndar bûbû ku nasnavê wî Welat e, nivîsek dirêj derbarê bûyerê de nivîsiye. Nivîs di pirtûka Memo Şahîn de cih girtiye. M. Şahîn negotiye ku wî ev nivîs jikur girtiye. Çavkaniya nivîsê nediyare. Ev bûyer 28 sal berê pêk hatiye. Memo Şahîn û ew kesê ku di bûyerê de birîndar bûye û vê nivîsê nivîsiye 28 sal in likur bûn ku hêj dinivîsîn. M. Şahîn şûjinê di kesên din de dike lê derziyê dixwe de nake. Dema ev bûyer bû ew jî endamê komîteya navendî a PSKê bû. Mesela kuştina endamê PSKê herweke ku bi xwestina K. Burkay û Mesud Tek pêk hatiye, lê di rastiyê de neweha ye. Van herduyan fermana kuştina wî endamî nedane û bûyer sportane ji ber xwe ve pêk hatiye. Yên ku bûyerê pêk anîne Newroz û Gernas in ez herduyan jî nas dikim bi bûyerê zanim. Ew bûyereke îstîsna bû pêk hat. K. Burkay bi kuştina fîllî na bi kuştina siyasî dixwest endamên xwe bikuje. Metoda wî yê ku veqete bê tecrîd kirin, bê bêîtîbar kirin, pê re neyê xeberdan, ji hêla siyasî û sosyal ve wî bi tenê bêhêlin bû. Weke tecrîta çepên klasîk û aforoza seyidên Alewiya kesên ji xwe veqetayî tecrît dikir, aferoz dikir. Metoda wî tecrît kirin û aferozkirin bû. Helbet ev helwesta wî tişteke xeyrî însanî bû, neexlaqî bû, nemirovî bû, naletî bû“.
Min ev nivîs ji birayê xwe, birîndarê vê êrişe, ji birêz Welat girt. Min tika û rica kir û kek Welat jî, birîna xwe ya sî sal berê dîsa vekir û ev êriş çawa bû, anî zimên.
Nizanim, kek Lokman Polat, tu wan her du êrişkar û kûjêran çawa nas dikî?
Tu pênc hezar kilometre dûrî bûyerê bû, çawa dibe kû tu ji birîndarê bûyerê jî agahdartirî?
Dîsa dubare dikim. Ev êriş, wek kekê Welat nivîsandiye, ûsa qewîmî. Ger Burkay kuştina wan nexwestîba, çend kesên din dişand, ji KDP tika û rica dikir, ji asayişê du polîs digirt û wan desteser dikir û ev mesele bi awayekî aşitiyane hal dibû. Lê nebû…
Tu dibêje: „M. Şahîn şûjinê di kesên din de dike lê derziyê dixwe de nake.“
Çi şûjin, çi derzî, kekê Lokman Polat?
Ez li wê bûm. Min kamp amadekir û hinek însanên ku hatin wê û çend endamên komîta navendî min baş naskir. Li wê çi qewîmiye min û kek Welat anîn zimên. Wekî din jî çend însanên din jî li wê bûn. Bi zehmet bi wan re têkili dayne û mesele safî bike. Ger tiştek cûda hebe û tu agahdarî, kerem ke bi eşkere bêje û bila herkes jî fahm bike! Verziyona xwe jî binivîsîne û bo zelalkirina bûyerê rolek bilîze!
Rast e K. Burkay bi giranî bi kuştina siyasî ve mijûl bû. Burkay nedixwest ku, însanên ku ji PSK cûda bûne, ji aliyê siyasî, civakî, hûnerî û wejeyî de aktîf û çalak bin. Lê aliyê kuştina fîilî de jî, ne ewqas bêdil bû!
Min di rexneyên bîranînên Burkay de her tişt neanîn zîmên, min her tişt nenivîsand. Dibe ku ev kemasiyek be. Min bi giranî tenê behsa erişên Burkay li ser kesayetiyên nav PSK û ronakbîran kir.
Dîsa rast e kek Lokman Polat. Min rolek di nav KOMKAR û PSK de lêyist û ez ne pîr û pak im. Tu dibêje: „Memo Şahîn demeke di komîteya navendî de bi Burkay re kar û xebata rêxistinî kiriye. Dema Burkay êrişê kesên ku ji PSKê veqetiyabûn dikir, dema ji wan re digot ”Bozguncî” û rexneyên eletewş dikir, neheqî û heqaret li rahmetî Îhsan Aksoy, Zekî Adsiz û hevalên wî dikir, Memo Şahîn ew dem piştgiriya Burkay dikir“.
Dema Îhsan Aksoy, kek Mehdî Zana ji rêxistînê cûda bûn, ez li Almanya û xortek hên ne bîst salî bûm, xwîna min bo têkoşîna gelê Kurd dikeliya. Min dixwest xizmetek biçûk û dilsoz bo gelê xwe bikim. Bona vê jî li welat çi qewimiye, çi bûye ne agahdar bûm. Dema Zekî Adsiz cûda bû, yekser hat KOMKARê û Xaço û min re axivî. Me jî bi hevra got, „pêwist e em yekitiya rêxistinê biparêzin û nebin dûbeş, ber ku ewrên reş û tarî esmanê Kurdistanê dagirtîne!“ (Kerem ke ji M.Ç. agahiyên berfireh bigire.)
Paşê yek-du caran min kekê Mehdî Zana dît û min bêrezdarî û bêhûmetiyek nekir û nakim jî. Û dema pêşengên din jî berî 1985an ji rêxistinê cûda bûn, an jî ji aliyê Burkay ve hatin dûrxistin, ez ne endamê komîta merkezî bûm. Wek te, ez jî ji name, genelge û agahiyên partiyê hayadar bûm û tu dikare ji wan jî bipirse û zehmet nebe paşê bi çoyek ter û qeyim êrişî min bike!
Lê dîsa jî ez xwe sûcdar dibînim. Em, du-sê însan xwe di kar û xebata piratîk ya KOMKARê de wendakirîbûn û çavkor biyûbûn. Me xwe tenê dayîbû xurtkirina kar û xebata KOMKARê li Almanya. Xeynî wê ne wext û îmkan û ne jî mecala me hebû ku em der û dora xwe bîbînin. Beşa xebata me ev bû û em bi giranî bi wê mijûl bûn. Me wer dizanibû ku herkes jî di kar û xebata xwe de ewqas samîmî û dilxwaz in. Ev jî naîfbûna me, ji dilsoziya me bû! (Kar û xebata KOMKARê heya 1995an bîne bira xwe.)
Dîsa rast e kek Lokman Polat, du kes hene ku Burkay di bîranînen xwe de pesna wan dike. Yek ez im, yek jî Xaço ye. Min dikarîbû, li beramberî bîranînen Burkay bêdeng bimînim. Lê min nekir û niha şûnda jî nakim. Ev pesn rûşvetek bû û min qebûl nekir û avêt aliyekî.
Te ûsa nivîsandiye: „Binêrin Burkay di bîranînên xwe de di cîlda 4an de ji bo Memo Şahîn dibêje”Memo Şahîn, jîr e, xwedî berpirsiyar e.” Pesnê wî dide. Burkay yek gotinek nebaş ji bo wî nabêje. Memo Şahîn çima vê pirtûka xwe bi tevahî li dijê Burkay nivîsiye? Çima ew ewqas tûj li Burkay rexne digre? M. Şahîn ewqas sal endamê PSKê bû û endamê komîteya navendî bû, yek ji birêvebirê PSKê li Ewropayê bû, ma qey wî qet şaşî nekir? Nebû şirîkê şaşiyên Burkay.“
Ji ber çi ez bêdeng nemam, kek Lokman Polat?
Ji ber ku dema ez vê ruşvetê qebûl bikim û çavê xwe li ser neheqiyan bigirim, ji kesayetiya xwe, ji şexsiyeta xwe min gelek pîvan û prensîb wenda dikir û ez nedibûm ez! Ev e kekê hêja, mesela temam ev e!
Tu behsa şaşiyan dike kekê hêja. Ma kes di rûyê erdê de heye ku ji şaşî û kêmasiyan araste, pîrûpak û azad be?
Min dikarîbû, kar û xebatên xwe çavgirtî bimeşanda. Bi sedan endamên KOMKARê piştgiriya min dikirin. Min nedixwest ku ev partî, ev rêxistin bi hêz be, ber ku têkoşîna gelê Kurd hên neçîbû serî. Di kongreya 1995an ya partiyê de hatîbum hilbijartin. Lê min qebûl nekir û min fatûra bo xwe birî û „çenteya abê“ ya xwe avêt aliyekî û ez bêdeng dûrketim.
Te nivîsandiye: „Memo Şahîn di pirtûka xwe de bi befrefehî qala hinek tiştan dike lê qala hinek tiştan jî berferehî nake. Ew behsa vekirina qanala televizyonê ku pere ji xelkê civandin û gotin em ê qanala televizyonê vekin lê pereyan di qumara borsayê de wenda kirin, zerar kirin nake. Ew dem herçiqas Memo Şahîn PSKyî nebû, bi meselê baş zanibû. Divê derbarê wê pirsgirêkê de jî agahdarî bidana xwendevanan.“
Min jor de jî got. Min li ser hemû bûyer û meselan de nenivîsand. Mijarên ku bi kesayetiyan girêdayibûn min di pirtûka xwe de anî ziman. Gelek mijar û bûyer hene ku, qet behsa wan nehatine kirin. Wê çaxê, di dema projeya Burkay bo avakirina televizyonekî de ez ne di rêxistinê de bûm, lê agahiyên min hebûn.
Lokman Polat zelaliya mesela dizîtiya pereyan û jina çerkez ji min dike û nav dixwaze. Min pirtûka xwe de behsa kesên ku Burkay bi nav nekiriye, nekir û nav jî nedan. Emdamên komîta merkezî ya wê demê hemû jî vî dizî nasdikin û kî bi xanima çerkez re bûn, dizanin û ev dizê bi tescîl hên jî di nav wan de ye. Ev jî mesele û mijara wan e, ne ya min e!
Wekî din jî, rexneyên ku min di pirtûkê de cih dayîne, pêşiya civînên komîta navendî min nivîskî radestî hemû endaman dikir û paşê jî di civînan de li ser disekinîm û behsa wan dikir. Hesab û kîtab ne karê min bû û bila ji min jî dûr bin.
Dîsa tohmetek Lokman Polat heye û ez nizanim ev ji ku derketiye: „Tişteke din jî bala min kişand û min da fikrandin; ev dijayetiya Memo Şahîn ya li hemberê Licîyan jikur tê? Lê divê ew zanibe ku K. Burkay ji wî pirtir dijê Lîceliyan e“.
Nizanim te ev dijitiya min a Liciyan ji ku derxwist kek Lokman? Kerem ke û zehmet nebe carek din pirtûkê dubare bixwîne. Ger te tiştek li ser dijitiya min li hemberî Liciyan dît, ezê hezar car û eşkere lêborina xwe bixwazim!
Qet li derekê min behsa Liciyan nekiriye. Kekê Welat li êrişa Duhokê û li ser rûdanên Dokanê de behsa grûbek dike, ewqas. Xeynî te gelek heval û dostên min jî pirtûk xwendin, hem li welat û hem jî li Ewropa. M.Ç. û B.A. jî Licî ne. Bi kerema xwe ji wan pirske!
Dizanim, rexnegirî û şîroveya pirtûkan gelek zehmet e û li cem me Kurdan ev hên gelek nû ye. Lê dîsa jî pêwîst e meriv bi hûrgulî tevbigere! Ya baş ev e!