MÎRO, di nav refên pirtûkan da…

Romana İkram Oğuz ya bi navê MÎRO, li Îstenbolê, di nav weşanên Do de derket.miro

İkram Oğuz di romanê de, bi çavê Mîro yê lehengê romanê li ser derd û kulên şer û koçberîyê disekine û wan bi zimanekî zelal û herikbar vedibêje. Naveroka çîrokê li herêmeke Kurdistanê derbas dibe. Lehengê Romanê Mîro, wek sêwî çavê xwe li dinê vedike. Ji bûyîna wî şeş meh şûnde malbata Mîro û şênîyen gundê ku lê hatîye dinê, sedem şerê navbera Uris û Osmanîyan ji warê bav û kalên xwe koçber dibin. Di rîya koçberîyê de dîya Mîro, bêçare dimîne û pêçeka wî di bin dareke kêleka rê de dihêle. Demek şûnda xalê wî pê dihese û vedigere Mîro ji mirinê xilas dike.

Mîro di xortanîya xwe da qirkirina Êrmenîyan bi çavê serê xwe dibîne.

Dema wî ya eskerîyê tê, Mîro çûyîna eskerîyê red dike û dibe fîrar û qaçaxê dewletê…

Di serhildana Şêx Seîd de tê girtin, bi kehan di heps û zîndanan da dimîne.

Mîro, ji her du şerên cîhanê sax salîm difilite, lê belê di wan deman da tî û birçî dimîne û ji rabûna xelaya para xwe digre…

Mîro di jîyana xwe da her dem ji şer û xwînrijandinê dûr disekine. Mixabin, dîsa jî pêsîra xwe ji şer û xwînrijandinê xilas nake…Di dawîya emrê wî de, ji bo gavek erdê vik û vala şerê navmalbatî derdikeve. Şer bi salan dikude, xwîn dirije…

Sedem şerê malbatî, pismamê Mîro rojekî rîya Mîro dibire û wî dibe li serê Çîyayê Şahwelat bi hespê wî ve girê dide û wan bi hev re dişewitîne.

Xwelîya ku ji bedena wî û hespê wî şûnde dimîne, tevlihev dibe û bi bayê payîzê re di nav deşt û zozanan de belav dibe…

Xwîn xwînê dikşîne û ûrt û ocaxê pismaman ji binî va diqele…

 

Bi rîya internetê navnîşanên xwestinê:

http://www.kitapyurdu.com/kitap/default.asp?id=687167

www.facebook/dokitap

[ Xwedêyî Malperê: Siraç Oguz // Rêvebirê Giştî: Ikram Oguz // Teknîk: https://hd-media.eu ]