Rojnameya Şerq el-Ewset radihigîne ku, Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo dibêje; Rûsyayê neheqî û xiyanet li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Di hevpeyvîna ligel rojnameya navborî de, Sîpan Hemo îdia dike ku, hikûmeta Sûriyê ji YPGê re ragihandiye ku Rûsyayê nihiştiye ew bersiva êrîşa Tirkiyê bidin û herwiha ew alîkariyê jî bidin YPGê.
Hemo di di axaftina xwe da dibêje ku, wî berî 3 rojan seredana Moskowayê kiriye û li gel Serokerkanê Rûsya û berpirsên îstixbarata wî welatî civiya ye.
Serokerkanê Rûsyayê ji wî re gotiye ku mafê Tirkiyê ye berevaniyê li ewlekariya sînorê xwe bike. Ji wî ra gotike ku ew serbazên xwe ji Efrînê vedikişînin.