Nûnerê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Danny Danon ragihand, ku bijardeya aştî yan jî pevçûn û tundiyê di destê Filistînê de ye û got: “Îsraîl: Urşelîm nebe paytext ti caran aştî pêk nayê.”
Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî roja Înê 08-12-2017, li ser daxwaza Fransa, Brîtanya, Îtalya, Siwêd, Misir, Senegal, Uruguay û Bolîviyayê, li ser mijara Urşelîmê civîneke awarte lidar xist.
Di civînê de piraniya welatan li dijî biryara Serokê Amerîkayê ya li ser, Urşelîmê, ku weke payxeta Îsraîlê nas kiribû, helwest nîşandan.
Lê Nûnera Amerîkayê li NY Nikki Haley piştgirî da biryara welatê xwe û ragihand, nabe Îsraîl were neçarkirin, ku rêkeftinekê li gel NY an jî hin welatên ku bi çavekî kêm li ewlekariya Îraîlê meyze dikin, îmze bike.
Di rûniştinê de Nûnerê Îsraîlê li NY Danny Danon destxweşî li biryara Amerîkayê kir û got: “Biryara roja Çarşemê, ji bo Îsraîlê, aştiya herêmê û cîhanê, sembolek e û giring e. Amerîkayê bi rastî ji rewşê têgihişt, ku bi awayeke fermî ev biryara dawperwer da, ku Urşelîm paytextê Îsraîlê ye û herdem jî dê wesa be.”
Danny Danon ragihand, ku niha du bijarde li pêşiya Filistînê ye, dikarin aştî û diyalogê yan jî şer hilbijêr in û wiha axivî:
“Wan herdem şer û tundî hilbijartine. Niha vê kêliyê em li vir daxivin lê li gorî raporên digihine destê me, tê gotin ku ji Xezzeyê mûşek avêtine Îsraîlê. Ez hêvîdar im ku Filîstîn biryareke rast bide. Dikarin li gel me li Ramallahê, yan li Urşelîmê, heta li ciheke din ê cîhanê rûnin û danûstandinan bikin.”
Danon diyar kir, ku him Filistînî ûy him jî cîhan divê biryara Amerîkayê ya derbarê Urşelîmê de weke ceribandineke rast bibînin û got: “Dikarin vê yekê ji bo hêviyeke nû bikin derfet. Dikarin wê rastiyê webûl bikin, ku Urşalîm paytexta Îsraîlê ye û vê yekê jî bikin pêngava misogerkirina aştiyê.”
Nûnerê Îsraîlê ev yek jî tekez kir, ku “Heta Urşelîm nebe paytext ti caran aştî pêk nayê.”