Di projeyasaya budceya sala 2018an de, Kongre ya Amerîkayê birê 365 milyon Dolar ji bo hevkariya leşkerî ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re diyar kir. Kongreyê di biryara xwe da ew mercê salên berê, di çarçova yekperçeyîya Iraqê de hevkariya Pêşmerge bê kirin, di projeyasaya îsal de rakir û bê merc biryara hevkarîyê dîyar kir.
Rojnameya “AL-Monitor” di raportekê de behsa wê gava Kongre ya Amerîkî ya hevkarîkirina Pêşmerge dike û bi guhartineke girîng di helwesta Kongressê de binav dike
Ew kongressmanê raport amade kiriye, nîgeraniya xwe ji şerê mîlîşyayên Şîe û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan daye.
Berê, hinek Kongressmanên Amerîkî bi aşkere helwestên xwe li ser êrîşa mîlîşyayên Şîe li ser Kurdistanê derbirîn û ji bilî şermezarkirina wan êrîşan, beşek ji Kongressmanan piştevaniya ji serxwebûna Kurdistanê re ragihandibûn.
Di wê çarçovê de, Sînatorê bi navûdeng ê Amerîkî û Serokê Komîteya Xizmetguzariyên Leşkerî John McCain di rojnameya New York Times de nivîsandibû û di nivîsa xwe da daxwaz li hikûmeta dikir ku Iraqê maf, azadî û aramiya Kurdistanê li ber çav bigire û mafên Kurdistanê desteber bike.
Herwiha John McCain amaje bi wê jî dabû, heger Amerîka neçar be di navbera Kurd û Şîeyên Iraqê de yekê hilbijêre, pêwîst e Kurdan hilbijêre.
Herwiha di raporta Kongressa Amerîkî de daxwaz ji rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump kiriye, pêdeçûnê di stratejiya Amerîka li Iraq û Sûriyê de bike.