Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê dûrxistina wî de weke biryareke ne yasayî binav kir û got: “Li gorî yasayan desthilata serokwezîr bi ser Kerkûkê de nîne. Danîna hakimê serbazî xewna Beesiyan e.”
Necmedîn Kerîm îro di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku wan li gel beşa yasayî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li ser biryara parlamentoya Iraqê axivîne û gotine, ku ew biryar bi temamî li dijî yasayan e.
“Biryar siyasî ye”
Kerîm biryara parlementoyê ya li hember xwe weke biryareke “siyasî” binav kir û tekez kir, ku ew niha li ser karê xwe ye û dê li ser karê xwe jî berdewam bibe.
Necmedîn Kerîm got: “Ev 6 sal û nîv in em li ser kar in û xelkê Kerkûkê biryara vê daye û dizane ka em çawa xizmeta wan dikin. Heta niha li dijî me ti kesan ti tiştek negotiye. Lê ma xêre piştî biryara bilindkirina Ala Kurdistanê û beşdarbûna referandûmê ev biryar derxistin? Me biryarên xwe bi şêwira li gel encûmena parêzgehê daye. Lewma pir eşkre ye, ka mebesta biryara wan çi ye.”
Parêzgarê Kerkûkê bi zimanekî zelal got: “Em qebûl nakin li Bexdayê çend kesek kom bibe û li ser vê mijarê bi vî awayî kar bikin. 370 endamên Parlamentoya Iraqê hene û tenê 120 kesan li ser vê mijarê deng dane.”
Helwesta tirkmen û ereban
Li ser helwesta nûnerên tirkmen jî Necmedîn Kerîm got: “Nûnerên tirkmenan wisa nîşandidin k utu dibêjî qey Kerkûk di nava gola xwînê de ye. Gelê tirkmen gelekê bi şeref in û baş in. Ew li gel pêkhateyên din bi biratî dijîn. Di hemû karên Kerkûkê de kurd û tirkmen bi hevre bûne. Beriya salên 70yan ereb li Kerkûkê nebûn. Di zanîngehê de jî kurd, tirkmen û krîstiyan hebûn. Em ne li dijî ereban in lê guhertineke mezin li vî bajarî hate kirin da ku demografiya bajêr were guhertin. Kerkûk ti caran ev hinde bi ewle nebûye. Ev jî bi saya wan kesan pêk hat, ku dilsozê vî gelî ne.”
Derbarê teqîna duh ya li Kerkûkê de Parêzgarê Kerkûkê da xuyakirin, ku haya wan ji bûyerê heye û ew dizanin ka êrîşkar ji kû derê hatine.
Li ser pirsekî ya derbarê destnîşankirina hakimekî leşkerî ji bo Kerkûkê ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve, Kerîm wiha axivî:
“Diyarkirina hakîmekî leşkerî tiştekî xeyalî ye û xeyalê Beesiyan e, hizra Saddam e û ya Elî Mecîd e. Ew gelek dixwazin careke din wiha be. Lewma ew parlamenterên erebên sunnîe wiha hizir dikin. Lê ew li gorî berjewendiyên gel hizir nakin. Ew hinde hemwelatiyên ereb li vê derê hene em parastina wan dikin. Hakimê leşkerî ji bo Hewîce, Riyaz û Ebasiye danîbûn lê di 36 demjimêran de hemû tiştek ji DAIŞê re hiştin û revîn. Em neçar bûn me ji wan re cakêt û pantolon ji vir ve şande Bexdayê.”