Li bajarê Bielefeld, ji bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê bi rêveberiya Navenda Laleş çalakîyek hate lidarxistin. Ji der û dora bajarê Bielefeld û ji hinek Bajarên din bi pirranî Kurdên Êzidî beşdarî çalakîyê bûn.
Cîvanên Kurd bi strana „Wey Lê Hawarê… Dewletbûn e Vê Carê“ bi coş govend ferandin û Ala Kurdistanê li ba kirin.Televizyonên Kurd Kurd, KurdistanTV, Rüdaw û Kurdistan24 jî bi zindî, çalakî weşandin.
Ya herî balkês kesên ku beşdarî çalakîyê bibûnm bi pirranî Kurdên Ezidi yê Kurdistana Başûr û xwedî dengdayîna hilbijartinên bûn ku ew jî li Almanya dengê xwe didin.
Seroka Navenda Laleş Khalat Şhêx Morad li ser navê şaxa Bilefeld axifî. Di axaftina xwe da di derbarê xebatên xwe yên ji bo piştgirîya giştpirsîyê kku heta roja îro kirine, agahî da.
Khalat Şhêx Morad, di axaftina xwe da wuha got; „“Îro hemû Kurdên Ezidî wek hergav Kurd û Kurdistanîne. Ji bo Kurdistanâ serbixwe û azad, milletê me ê Ezidî li dîasporê jî bi yek reng û yek deng, bi dil û can li piştgiriya rîfarandûmê dikin. Em dizanin ku dermanê çareseriyê dewletbûne û ew jî Kurdistan a serbixwe ye. Kurdistana serbixwe ne tenê ji bo me Êzidiyan, ji bo hemû gelê Kurd, ha misilman, ha cuhî û mesîhî, ji bi hemûyan ewzele.“