Rêveberê Grûba Qeyranên Navdewletî Joost Hiltermann derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de dibêje, cudahiyeke cidî di navbera encamên referandûma vê carê li gel referandûma 2005ê nabe. Bi nêrîna Hiltermann serxwebûn di demeke kin de pêk nayê.
Di hevpeyvînekê de li gel medyaya amerîkî Rêveberê Grûba Qeyranên Navdewletî Joost Hiltermann diyar dike: “Ti ferqeke cidî di navbera encamên referandûma vê carê û ya sala 2005ê nabe. Wate kurd dê bêjin erê. Ev yek eşkere ye, ku her çi dibe bila bibe, kurdan ji dil serxwebûn divê.”
Bi baweriya Hiltermann, encamên vê referandûmê, di dema danûstandinên li gel Bexdayê de, dê zêdetir desthilatê ji bo serxwebûnê bide Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Derbarê ragihandina dema ragihandina dewleta kurdî de Rêveberê Grûba Qeyranên Navdewletî di wê baweriyê de ye, ku “serxwebûn di demekê nêzîk de nabe.”
Joost Hiltermann amaje bi wê yekê dike, ku di dîrokê de ti caran şert û merc weke ya îro guncaw nebûne da ku kurd bigihin serxwebûnê û dide xuyakirin: “Niha Iraq pir lawaz e. herwiha Sûriye jî di nava şerekê bi xwîn de ye. Lê Tirkiye û Îran li ser piyên xwe sekinîne.”
Hiltermann vê yekê jî li hember avabûna dewleteke kurdî weke astengiya herî sereke dibîne û dibêje: “Heta ev herdu dewlete weke niha bimînin, kurd nikarin serbixwe bin. Ji ber ku ev herdu dewlet serxwebûna kurdên Iraqê li ser ewlekariya xwe ya navxweyî weke asteng dibînin. Ji ber ku hejmareke zêde ya kurdan li van herdu welatan dijîn.”