Biryara Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê referandûmê da ji alî welatên cîran va bi taybetî tê şopandin. Welatên weke Tirkiye, Iraq û Îranê xwedî helwestên nêzikî hev in, lê sedemên wan cihê ne. Tirkiye biryarê bi neyênî dinirxîne. Pispor û şêwirmendên siyasî nîssan didin ku helwesteke neyênî dê tu bandorê neke. Bi ya wan divê mesele bi hêminî bê pêşwazîkirin.
Biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê li cîhanê deng da. Welatên cîran jî hêdî hêdî helwesta xwe nîşan didin.
Tevî ku hêzên mezin di biryarê de tu problemê nabînin, cîranên Kurdan bi guman nêzik dibin. Wezareta Karên Derve ya Tirkiye biryarê weke ‘xeletiyeke mezin’ dinirxîne. Pisporên Tirk jî serxwebûna Kurdistanê weke destpêka guherîna herêmê bi nav dikin û aramiyê weke xala pêwîst dibînin.
Mamosteyê Pêwendiyên Navdewletî li Zankoya Bîlgî û Serokê Komeleya Siyaseta Navdewletî Prof. Îlter Tûran ji Rûdawê re gotîye ku, Gumana Tirkiye ew e ku serxwebûna wê herêmê dê bibe destpêkeke bê dawîn a guherîna sînoran. Lê Tirkiye dê nikaribe daxilî karên navxweyî yên welatekî din bibe û di referandûmê de dê Tirkiye nebe alîgirê aliyekî. Referandûma ku ne bi qanîkirina Iraqê be jî di hiqûqa navdewletî da ne xwedî wateyek girîng e. Lê eger her tişt li gorî pîvanên navdewletî encam bide, cîranek aram di berjewendiya herkesî de ye.
Ji ber ku bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re pêwendiyên aborî û enerjiyê gelekî xurt in, pispor daxuyaniya wezaretê weke daxuyaniyeke usûlî dinirxînin. Lê ji bo Kerkukê balê dikşînin û dibêjin wê li nava Tirkiye, ew weke kertikekê bê bikaranîn û li hemberî hikûmetê fişarên civakî jî dê derbiçin. Her çibe jî, li şûna Iraqeke bê îstiqrar, Kurdistaneke serbixwe û bi îstiqrar bêhtir di berjewendiya Tirkiye de tê dîtin.
Lêkolînêr û nivîskar Mete Çûbûkçû jî dibêje: “Di daxuyaniya wezaretê de bêhtir ji bo demeke guncav nerazîbûn hene. Di demeke ku operasyona Musilê beredwam e û herêm ne aram e, meseleya serxwebûnê weke biryarek zû tê nirxandin. Ez pir diçim Kurdistana Iraqê û daxwaza wir a serxwebûnê dizanim û rêzgir im jî. Ger tu ji min bipirsî, li şûna Iraqê ku dahatuya wê ne diyar e û îstiqrar nîne, Kurdistaneke aram û bi îstiqrar ya serbixwe dê cîranek bi xêrtir be ji bo Tirkiye. Her çibe, biryareke girîng e.”
Şirovekar û parlementerê berê Ufuk Uras dibêje: “Bi ya min referandûma Kurdistanê gavek bi xêr e û encama wê jî ji niha ve diyar e. Helbet yekperçeyiya welatan girîng e, lê li holê Iraqeke yekperçe nîne. Serxwebûna Kurdistanê ji bo Tirkiye tu rîskekê di nava xwe de nagoncivîne. Çawa ku piştî Lozanê Tirkiye behsa biryara gel dikir, divê niha ji bo Kurdistanê jî heman pîvanê li ber çavan bigire.”
Li gorî pisporên pêwendiyên navdewletî û navendên stratejiyê, serxwebûna Kurdistanê êdî bi rê ketiye û rêgiriya wê jî pêkan nîne.