Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ra bi rîya telefonê axifîye û berdewamiya pêwendiyên bi Kurdistanê re û piştgiriya ji bo Hêza Pêşmerge anîye ziman.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê radigihîne ku, Roja 30’ê Gulanê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rêya telefone pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re datîne.
Di vê pêwendiya di telefonê de, Tillerson destxweşî li Hêza Pêşmerge û serkevtinên wê yê di şerê li dijî terorîstan de dike.
Tillerson herwiha ji bo wê hemahengiya navbera Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê di şerê li dijî terorîstan de, pêzanînên xwe nîşan dide.
Tillerson soz daye Barzanî ku, Amerîka li ser pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê û piştgiriya bo Hêza Pêşmerge berdewam e.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê pêwendiya telefonî de spasiya helwest û piştgiriyên Amerîkayê kirîye.