Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stolenberg ragihand ku, NATO bûye beşek ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê û hin hevpeymanên wê rêxistinê perwerdeya leşkerî didin Hêza Pêşmerge.
Roja 25’ê Gulanê civîna lûtke ya NATOyê, bi amadebûna serok û serkirdeyên 28 welatên cîhanê li Bukselê hat lidarxistin.
Serkretêrê Giştî yê NATO’yê Jen Stolenberg di konferansa rojnamevanî ya piştî wê civînê da, di derbarê piştgîrîkirina pêşmergeyan da dîyar kir ku, hin hevpeymanên NATOyê rahênanê bi Pêşmerge dikin û da xuyakirin, êdî NATO jî bûye beşek ji hvepeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê.
Jens Stolenberg di derbarê vê yekê da wiha got: “Hejmarek ji hevpeiyamanên NATO hêzên Pêşmerge perwerde dikin û piştgiriya wan dikin, bê goman NATO bûye beşek ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê û dê beşdariyê jî di hinek karên şêwirî û çalakiyan de bike, ku armanca wan dabînkirina piştevaniyê ye ji bo hêzên pêşmerge. Heta niha NATOyê pêşmerge perwede nekirine, lê tenê me tekez li ser perwerdekirina hêzên Iraqî kiriye, bi baweriya min tişta girng ji bo pêşmerge ew e ku hejmareke welatên endamên hevpeymanên NATOyê weke beşek ji hevpeiymaniyeke navdewletî, ku niha dê NATO bibe endama wê, pêşmergeyî perwerde dikin û piştevaniya wan jî dikin.”
Stolenberg herwiha got: “Di civîna îro de em dê biryara damezrandina navendeke îstîxbaratê bidin, ku dê li ofîsên serekî yên NATOyê de kar bike û karê wan dê pevguhertina zanyariyan be, bi taybet zanyariyên derbarê çekdarên biyanî de. Herwiha em dê biryar bidin li ser destnîşankirina du kordînatorên karûbaran ji bo çavdêrîkirina pêşveçûnên karên taybet bi sere terorê.”