Pênc partiyên li Parlamentoya Kurdistanê êrîşa firokeyên Tirkiyên yên liser Çiyayê Şingalê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî dikin da ku li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng nemînin.
Freaksiyonên Tevgera Goran, YNK, Yekgirtû, Komel û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de, bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyên li Çiyayê Şingalê bi tundî şermezar dikin û dibêjin; “Cereke din firokeyên Artêşa Tirkiyê serweriya xaka Herêma Kurdistanê binpê kirine, bareganên pêşmerge, şervanan û cih û warên hemwelatiyan li Şingal û navçeyên din bombebaran kirine.”
Pênc parti, êrîşa Tirkiyê weke “êrîşeke hov” binav dikin û diyar dikin, “Artêşa Tirkiyê ji kuştin, wêrankirin û aloziyên li herêmê berpirs e.”
Partîyên Kurd dîyar dikin ku ev êrîş li dijî yasayên navdewletî ne û daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku êrîşa Tirkiyê şermezar bikin, pêşiya Artêşa Tirkiyê bigrin.
Di dawîya daxuyanîyê da, bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê jî dikin ku, li hember van êrîşan helwesteke cidî û bi bandor werbigrin.
Firokeyên şer yên Dewleta Tirk roja 25ê Nîsanê, di nîvê şevê da, li Deriyê Geliyê Kesrê ya Çiyayê Şingalê baregahên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzên Fermandeya Taybet a Du ya pêşmergeyan bombebaran kiribûn.
Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe jidest dabû, 7 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bibûn.