Rojeva germ ya siyaseta Iraqê, projeya herêma Kurdistanê ya referendûma serxwebûnê ye.
Hatîye plankirin e ku, heta dawiya sala 2017an pêk bê. Serokê Koalisyona Şîa Ammar El Hekîm, bi awayek eşkere dijberiya xwe li hemberî projeya referandûma Kurdistanê dike.
El Hekîm di derbarê vê yekê da daxûyanîyek belav kirîye. Di daxûyanîya xwe ya di Ajansa Reuters de, diyar dike ku : “Ger Kurd biryara referendûmek weha bidin, ew dê yek alî be. Ez bawer dikim ku, tu caran kişandina sînoran bi xwînê sernekeftiye û li Iraqê jî dê encamek erênî nebe”.
Milişyayên Şîa yên nêzîkî Îranê gotibûn ku, ger Kurd pêngava referendûmê bavêjin, dê nehêlin Kurd li deverên derveyî herêma Kurdistanê, referendum lidar bikeve. Lê, ji aliyê xwe ve El Hekîm dibêje ku, “ew bawer nake pirsgîrêka di navbeyna Hewlêr û Bexdayê bigihije dijberiyek şerkar”.
Ev daxuyanîya El Hekim jî nîşan dide ku, hemû musilmanên ku di rojê tengasîyêda Gelê Kurd wek bira dibînin, dema ku mijar maf û serkeftina Kurdan be, hemu li dijberî Kurdan derdikevin neyartîyê dikin, ha Tirk, ha Ereb, ha Faris…
Bi van dirûşmên xwe va, ne tenê mafê Kurdan, bawerîyên xwe binpê dikin…