Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, welatiyên Sûriyê bixwe dê biryara dayîn an nedayîna mafê otonomiyê ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê bidin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê di kongreya nirxandina dawiya sala ya çapemenîya 2016an de ragihand ku tenê mafê welatiyên Sûriyê heye biryarê di derbarê çawaniya birêvebirina welatê xwe de bidin û got jî armanca danûstandinên Astane jî bicîkirina agirbestê ye li Sûriyê.
Sergey Lavrov amahe kir ku kêmesiyên hevdîtinên Sûriyê yên beriya niha ew bû ku kesên ku rewşê diyar dikin, di hevdîtinê de nebûn û got Rusya û Tirkiye herdû grûbên çekdar tîne ba hev.
Lavrov derbarê armanca hevdîtinên Astanayê de jî wiha got: „Mebesta hevdîtinên Astanayê bihêzkirina rejîma agirbestê ya Sûriyê ye. Hemû komên çekdar yên li Sûriyê dikarin beşdarî vê pêvajoya agirbestê bibin.“
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Ji bo sistema federalî got, gelê Sûriyê encax suriyeyî dikare biyara wê bide.