Di dema Krîsmisê de li Kurdistanê bû, di sersalê de jî dê li Kurdistanê bimîne. Ew dikare zû bi zû ligel berpisên kurd hevdîtinan bike lê zêdetir hez dike dema xwe ligel hemwelatiyan derbas bike.
Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gross di hevpeyvînekê de ji Radyoya Rûdawê re behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir û diyar kir, ku hewl didin piştî nemana DAIŞê pêwedniyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de pêş bixin. Derbarê operasyona Mûsilê de jî Gross di wê baweriyê de ye, ku dê bajêr beriya çûna serok Obama were kontrolkirin.
Bi şêweyekî giştî çalakiyên Konsolxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê çi ne?
Di çend salên dawiyê de em bi şerê li dijî DAIŞê ve mijûlbûn. Me ji zên ve ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge kar kir. Me hewldaye em bi rêya rêxistinên navdewletî alîkariyê bigihînin koçberan û mexdûr û pêketiyan. Herwiha me hewl daye mijara aştiya nîştîmanî bigihînin herêm û hikûmetê jî lê yek ji berpirsiyariya me ya sereke hemwelatiyên Amerîkayê ye. Eger pirsgirêgek ji bo hemwelatiyên amerîkî çêbibe, em amadene alîkariya wan bikin. Bêguman em ji bo wan kesên, ku dixwazin serdana Amerîkayê bikin, vîze dabîn dikin. Bernameyên me yên cur bi cur jî hene, şandina ciwanên kurd ji bo Amerîkayê yek ji van karan e.
Destkefta herî berçav a Amerîkayê, li Herêma Kurdistanê û Iraqê çi bû?
Bêguman di şerê DAIŞê de hevkariya nêzîk a di navbera Amerîka, Herêma Kuridstanê û Bexdayê de destekftek e. em di vê mijarê de serbilind in. Di dema amadekariyên operasyona Mûsilê de me bi awayekî çalak hevkarî kir. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçberan jî di navbera me de hevkarî hebû. Tişteke ne hêsan e, ku nûnertiya Amerîkayê li derve bi van karan hemûyan ve mijûl bibe. Lê di rastiyê de rewşa Herêma Kurdistanê ev e û em amadene alîkariyan bidin.
Hinek kes di wê baweriyê de ne, ku li pişt geşedanên li Rojhilata Navîn de destê Amerîkayê heye. Heta di avakirina DAIŞê de jî. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
Ev nêrîn bi tememî xelet e. Di rastiyê de Amerîka yek ji pêşengê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye li cîhanê. Me hewl daye alîkariyê bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi qasê şiyanên xwe, çi madî be û çi jî alavên leşkerî, me alîkariya raste rast daye Hêza Pêşmerge. Herwke hûn jî dizanin, di şerê DAIŞê de em palpiştiya esmanî didin pêşmerge. Wate em ji nêzîk ve şerê DAIŞê dikin û bi ti awayî alîkariyê nadin wan.
Em behsa ciwanên kurd bikin, ku serdana hikûmraniya Sadam nedîtine lê niha bi nerênî temaşeyê rola Amerîka dikin. Hûn ji bo wan çi dibêjin?
Bi nêrîna min divê ew li dîrokê binêrin. Di destpêka salên 1990î li dijî Sadam û niha jî li dijî DAIŞê em piştgiriyê didin hikûmeta Herêma Kurdistanê û şer dikin. Di dema Operasyona Dabînkirina Aramiyê de (Provide Comfort) me gelê kurd parast û bi alîkariya hêzên hevpeymanan herêma ewle ya li dijî firînan ava kir. Me alîkarî da xelkê ku ji destê Sadam reviyen e û herwiha me alîkarî da hilweandina rejîma Sadam. Lê ev nêrîn di cudahiya nifşan de derdikeve. Beşek ji ciwanên Amerîkayê jî bêyî, ku li dîrokê binerin darazê dikin. Dîrokek me ligel gelê kurd û Herêma Kurdistanê heye. Me gelek li ser mijarên leşkerî axivî. Lê ligel gelê kurd û hikûmeta Herêma Kurdistanê çevê me li tiştên zêdetirî vê yekê ye. Em li hêviyê ne, ku DAIŞ têkbiçe û em jî pêwendiyên xwe yên aborî pêşbixin. Pêwendiyên me yên mirovî bihêzitr bibin, hatin û çûn zêdetir be. Eger çêbibe ev yek dê bibe nîşana dostaniyeke pir baş.
Xrîstiyan û êzidiyên Iraqê daxwaz dikin, ku herêmeke wan a teybetî hebe. Nêrîna Amerîkayê di vî mijarê de çi ye?
Amerîka di wê baweriyê de ye, ku destûra Iraqê derfet dide mijarên bi vî awayî da ku parlamento biryarê li ser bide. Ji ber vê ev pirs dimîne ji bo hikûmeta Iraqê. Em weke welatê koberan in û di dîrokê de me jî bi vî awayî dest pê kir. Me ligel koçberên din ên cîhanê danûstandineke cuda kiriye. Dema grûbên cuda li cihekê kom dibin, yan jî diçin navçeyeke diyarkirî, herdem hinek pirsgirêk derdikevin. Ez di wê baweriyê de me Amerîka bi hemûna ev hinde grubên cuda yên etnîkî bi hêz e. Hêvîdar im, ku vir jî vê mînakê li ber çav bigrin.
Li parêzgeha Nînowayê jî çanda pêkvejiyanê, jiyana pirayînî û pirçandî ber bi nemanê ve diçe.
Di vir de civak wenda dike. Dibe, ku di destpêkê de hes bi vê wendakirinê nekin, ji ber ku di wê baweriyê de ne ev pêşbirgek e. Lê di rastiyê de jiyana di nav xelkê de ezmûnekî fêrker e ez wisa bawer dikim, ku ji dema min cudahiyên cîhanê dîtine, fêrî gelek tiştan bûme. Ez salên dirêj li derveyî welatê xwe mame. Min hewl daye di van salan de cîhanê di rewangeha xwe de bibînim. Min hewl daye di çarçoveyeke biçûktir lê cudatir li cîhanê binerim. Di parêzgeh an jî bajarekî ku hebûna nêrît, çand, etnîk û baweriyên cuda, civakê bihêztir dike.
Ji bo koçber û lêqewimiyan we çi alîkarî da û bernameya we ya alîkariya mirovî ya pêşerojê çi ye?
Em alîkariya koçber û lêqewmiyan weke erkê xwe dibînin. Di sala 2014ê de Amerîkayê ji bo vê mijarê milyarek û 100 milyon dolar terxan kiriye. Piraniya alîkariyên me bi rêya rêxistinên navdewletî dibe. Bi taybet jî bi rêya Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên ne hikûmî. Jiber ku ew dikarin baştir temaşeyî mijaran bikin û biryarê bidin ka li kê derê alîkarî pêwîst e.
Di rastiyê de qebareya koçberan li Herêma Kurdistanê pir e û di tevahiya Iraqê de jî wiha ye. Ev pirsgirêk ji bo cîhanê tevê giring e. Me ji hemû welatên din zêdetir di vî mijarê de alîkarî û hevkarî kiriye. Em dikarin di vê mijarê de bi berdewamî alîkariyê bidin Herêma Kurdistanê. Em pesnê hikûmeta Herêma Kurdistanê didin, ku cîh û pena ji bo hemû koçberên Iraqê û Sûriyê dabîn kiriye. Divê em hewl bidin, ku piştî DAIŞê aştî serbikeve. Divê bingeh ava bikin, ku xelk bikare vegere malên xwe.
Gelo dibe, ku operasyona Mûsilê beriya bi dwîbûne erkê Barack Obama bigihe encamekê?
Pêşbîniyeke wiha ji bo min giran e. Ez ne kesekî leşker im. Lê bi qasî ku jê fêm dikim û dibînim, operasyon bi başî birêve diçe. Lê ev şerekî pir giran e. Bi taybet dema xelk di nav bajêr de be, şerê kolanan zehmet e û ne hêsan e. Li gorî pêşbîniyên min operasyona Mûsilê dê beriya bidawîbûna dema serokatiya Serok Obama de bidawî bibe. Yan jî dê di mehên destpêka serokatiya Trump de bigihe encamekê. Beriya bême vê derê agahdar bûm, ku amadekariyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne asan in. Lê hevkariya di navbera pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê de mînak e. Bêguman tişteke xweş e ku em dibînin herdu alî bi hev re kar dikin.
Amerîka alîkarî û hemahengiya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de giring dibîne?
Bi nêrîna min ev tiştekî baş e û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dixwaze derbarê peşeroja xwe de ligel Bexdayê biaxive. Hêvîdar im, ku ev pêwendiya baş a di şer de heye, bibe hewêneke baş ji bo vê yekê. Pêwendiya di navbera Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Ebadî de baş in. Ev hêviyên me ne û eger bibe em dikarin alîkariyan jî pêşkeş bikin. Em bi alîkariya Herêma Kurdistanê û herwiha hikûmeta Iraqê jî serbilind in. Di bejayî de em bi rêya şêwirmendan hevkariyê dikin û herwiha piştgiriya esmanî didin şer, me alîkariya alavên leşkerî jî gihandiye Hêzên Pêşmerge.
Kurd li kê dera acendeya Amerîkayê de ne?
Herwke min got, em şanaziyê bi hevpeymaniya xwe dikin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de karekî pir baş kirine. Me navê ev hevpeymanî yekalî be. Me divê ji nêzîk ve ligel gelê kurd kar bikin. Xelkê amerîkayê gelê kurd nas dikin. Lê ne li gorî pêwîstiyan e û em divê amerîkayî zêdetir kurdan nas bikin. Me divê danûstanidinên mirovî hebin û hemwelatiyên Amerîkayê bikarin bên vê derê û bizanin ku li vir di ewlekarî û aramiyê de ne. Em dixwazin ev pêwendî di ware aborî û çandî de be. Piştî pêwendiya me ya hevpeymaniyê bidawî nabe, di warên din de pêşve diçe.
Li Herêma Kurdistanê du zanîngehên amerîkî hene. Ji bilî vê, ti hevkariyeke zanistî û perwerdeyî di navbera herdu aliyan de heye?
Em bi dilxweşî temaşeyî van zanîngehan dikin. Min serokê herdu zanîngehan jî dît. Herdu zanîngeh jî ji bo kurdan pir baş in. Bernemayên me yên din jî hene. Eger em bikarin emê ligel hemû zanîngehên Kurdistanê kar bikin. Ji bo xwendekar û mamostayên amadeyî û zanîngehan hinek bernameyên me hene. Bi baweriya min karê herî baş ê bernameya me danûstandina mirovî ye. Bernameyên bi vî awayî sed caran ji bernameyên din bi bandortir in. Di welatên din jî encamên vê hene. Xelk ji vir herin Amerîkayê tiştan bibînin û bi rewangeh û pirsên cuda vegerin û xelkê Amerîkayê jî bên vêderê heman tiştî bibin. Ev ne kolenake yek cadeyî ye, danûstanineke dualî ye.
Bernameya te û ya konsolxaneyê ji bo Krîsmis û sersala nû çi ye?
Ez di Krîsmis û sersalê de jî li vi rim. Hêvîdar im dema me xweş derbas bibe. Weke konsolxane hinek bernemayên me hene, lkê min divê herim derve û xelkê bibînim. Ez dixwazim hevkarên me yên konsolxaneyê jî bên derve û xelkê bibînin. Herçend karê me pir e lê min divê ez rewşa xelkê û jiyana wan ji nêzîk ve bibînim.
Rudaw