Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad pêşniyar dike, ku li Suriyê Esed bibe serokê herêmên elewî û navçeyên hatine azadkirin jî bidin bin kontrola kurdan û erebên sunne yên ne tundrew.
Heta niha jî xetên giştî yên siyaseta derve ya serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump ne diyar in. Dîplomatkarê kevn ê amerîkî Zalmay Xelîlzad di gotareke xwe ya di kovara The National Interest de, derbarê siyaseta derve ya welatê xwe de, çend pêşniyaran ji Trump re eşkere dike.
Wêneyekî giştî yê rewşa cîhanê
Xelîlzad di gotara xwe de amaje bi wê yekê dike, ku piştî şerê sar ê cîhanê heta niha, di cîhanê de rewşeke ev hinde metirsîdar derneketiye holê. Li gorî Xelîlzad sedema vê yekê jî ew e, ku welatên mezin ên weke Rûsya û Çînê, ji bo pêkanîna acendayên xwe û gihiştina xewnên xwe, di cîhanê de hewla zalkirina nîzama xwe didin. Ji ber vê yekê jî metirsiya şerê hêzên mezin ên cîhanê heye.
Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê di wê baweriyê de ye, ku ji bilî Rûsyayê û Çînê, welatên din ên cîhanê her diçe lawaz dibin, lewma tê dîtin, ku ew sînorên ji aliyê welatên rojava ve li Rojhilata Navîn hatibûn xêzkirin, bi taybetî jî yê Iraq û Sûriyê, ber bi hilweşandinê ve diçin.
Xelîlzad dibêje, mezintirîn metirsiya li Rojhilata Navîn, bi teybetî jî li Iraq û Sûriyê, metirsiya terorîzmê ye, ku ji ber destwerdana hêzên mezin agirê li herêmê gırtir dibe. Xelîlzad balê dikişe ser wê yekê, ku siyaseta Îranê ya piştgiriya mîlîsên şîe yên Sûriye, Iraq û Yemenê dibe sedem sîstema dewleta netewe ya li herêmê têkbiçe.
Xelîlzad diyar dike, ku pêşketina teknolojiyê û bi taybetî jî teknolojiya atomî û mûşekên balîstîkî jî vê gefê mezintir dike. Ji aliyê din ve dijberên Amerîka û rojava bi pêşxistina sîstema êrîşên sîber, jêrxanên hestyar ên Amerîka û rojava dixin bin gefê. Herwiha, grûbên siyasî dikarin bi hêsanî alîgirên xwe bixin nav tevgerê, grûbên terorîst dikarin bi xercekê kêm çalakiyan bikin û ji hemû aliyên cîhanê endaman kom bikin.
Syaseta derve ya Amerîkayê di rewşeke aloz de ye
Zalmay Xelîlzad di gotara xwe de diyar dike, her çend heta niha jî Amerîka di cîhanê de xwedan desthilata herî bi hêz e jî divê vê yekê li ber çav bigre, ku cudahiya hêza Amerîkayê li ber çavê welatên din kêm dibe. Ji ber vê yekê jî amrazên zêde li ber destê serokê nû nînin, ku bikare rûbirûyê gefan bibe. Xelîlzad dibêje; “Serokê nû yê Amerîkayê ji aliyê dost û dijminên navxwe û yên navdewletî ve dê bê ceribandin.”
Li gorî nêrîna Xelîlzad, ji bo bikare li hember guvaşan bisekine divê beriya hemû tiştekî Donald Trump bibe xwedan bergehekî stratejîk ê ron û zelal. Dê ev bergeh û rewangeh dikar bike ka armanc çi ne, çawa dikare bigihe wan. Lê di heman demê de divê ev yek jî li ber çav be ka gelo dê xelkê Amerîkayê encamên vê stratejiyê pesend bike yan ne. Bi vî awayî Trump dikare piştgiriya Kongre û rayagiştî bidest bixe.
Dîplomatkarê xwedan ezmûn ê amerîkî ser pênc pêngavan pêşniyar dike da ku Amerîka bikare kontrolê bixe ser pirgirêkên demdirêj.
Ya yekemîn: Ji bo başkirina aboriya Amerîkayê pêngavên lezgîn bên avêtin û şiyana leşkerî ya Amerîkayê bê bilindkirin.
Duyemîn: Di nava welatên zilhêz ên cîhanê de aştiyê misoger bike. Ji bo vê jî pêwîstî bi şarezabûna dîplomatîk heye. Ev yek pêşiya destwerdanên lkeşkerî digre, rê nade di navbera hêzên mezin ên cîhanê de şer derbikeve û aloziya di cîhanê de jî kêm dike.
Sêyemîn: Divê rê nedin, ku hêzên dijmin dest daynin ser herêmên cuda, bi taybetî jî li Ewropa, rojhilatê Asyayê û Rojhilata Navîn.
Çaremîn: Ji bo tekoşîna li dijî tundûtîjî û terorîzmê pêwîstî bi armanceke zelal û eşkere heye. Beşek ji vê pirsgirêkê jî berhema krîza navxwe ya şarsitaniya îslamê ye. ji ber vê yekê tê çaverêkirin, jib o demekê dirêj ev pirsgirêk berdewam bibe.
Pêncemîn: Divê amerîka hewla pêşxistina demokrasî hikûmraniya baş di cîhanê de bide. Lê belê divê pêşxistina buhayên mirovahiyê li gel parastina berjewendiyan hevseng be.
Trump û Rojhilata Navîn
Bi nêrîna Xelîlzad rêveberiya Trump li Rojhilata Navîn rûbirûyê du gefan dibe. Ya yekemîn, xwesepandina Îranê ya li navçeyê ye û ya duyemîn jî gefa terorîzmê ye. Xelîlzad ji holêrakirina van gefan Xelîlzad bijardeya leşkerî red dike û dibêje; “bijardeya leşkerî dibe sedema xerc û mesrefeke zêde û him jî demdirêj dibe.”
Derbarê pirsgirêka Îranê de Zalmay Xelîlzad di wê nêrînê de ye, divê Amerîka pêwendiyên xwe yên ligel hevpeymanên xwe yên kevin bi hêztir bike, ku di dema rêveberiya Obama de baweriya van hevpeymanan a li hember Amerîkayê kêm bûye.
Ji aliyê din ve jî divê Amerîka çavdêriya çaksaziyên civakî û siyasî yên Erebîstana Siûdî bike. Ji ber ku serkirdeyên vî welatî li xwe mikûr hatine, ku hinek kes û rêxistinên li Erebîstanê piştgiriyê didin nêrîna radîkalîzma îslamî.
Xelîlzad bêlê dikişe ser projeya Erebîstana Siûdî ya 2030ê û dibêje; “Erebîstan hewl dide ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve xewna xwe bicîh bike. Divê Amerîka jî bi alîkariya şîrket, zanîngeh û rêxistinên civakî ji bo serkeftina vê bernemayê alîkariyê bide rêveberiya Riyadê.”
Derbarê krîza Sûriyê de Xelîlzad piştgirî dide hewldanên Trump ên nîzîkbûn û pêkanîna hevpeymaniya ligel Rûsyayê. Herwiha amaje bi wê yekê dike, ku ji bo Esed du bijarde henbin. Yek ji wan ew e, ku Esed qebûl bike bibe serokê navçeyên elewiyên Sûriyeke ne navendî. Bijardeya duyemîn jî ew e, ku şer bibin rojhilatê Sûriyê û bixin nav herêmên bin kontrola rejîmê, desthilata navçeyên hatine azadkirin jî bidin destê kurdan û erebên sune, rê nedin ku mîlîsên şîe valatiya siyasî û ewlekariyê dagrin.
Di dawiya gotara xwe de, Zalmay Xelîlzad tekez dike, ku ji bo siyaseta derve ya Amerîkayê di demdirêj de serkeftî be, divê pêşniyarên partiyên serke yên Amerîkayê, wate yê Demokratan û Komariyan li ber çav bigre û dibêje; “Serok Trump dikare weke Ronald Reagan be, ku weke serkirdeyê siyaseta derve dihate naskirin.”