Biryare hunermend Kerîm Şêxo û Ciwan Haco li Berlîna Almanyayê konserekê sazbikin û dahatên wê jî pêşkeşê malbatên qurbaniyên teqîna Qamişloyê û birîndaran bikin.
Derbarê mijarê de Kerîm Şêxo ji Rûdawê re got:
“Ez û hunermend Ciwan Haco li ser sazkirina konserek hevbeş û yê xêrxwazî guftûgoyan dikin. Dê ev konser li Berlînê be û dahata wê jî bigehe destê malbatên qurbaniyên teqîna vî dawî yê Qamişloyê û birîndaran.”
Şêxo diyar kir ku ew plan dikin konser di meha Cotmehê de bê sazkirin.
Kerîm Şêxo herwiha projeyek hevbeş ê hunermendên Rojavayê Kurdistanê jî eşkere kir û wiha axivî:
“Projeyek di destê me de ye ku komek hunermendên Rojavayê Kurdistanê ku Xêro Ebas, Ciwan Haco û Zoya jî di nav de cîh digrin, em dixwazin straneke nîştîmanî ji bo Pêşmergeyên Rojava tomar bikin.”
Rudaw