Hevserokê PYDê Salih Muslim ragihand, serdema dewleta netewî derbas bûye û ew dewletek netewî û nejadî li Rojavayê Kurdistanê ava nakin.
Îro çarşemî Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di daxuyaniyekê de ji beşa îngilzî ya ajansa Aranews re ragihand, ew naxwazin li Rojavayê Kurdistanê dewletek netewî damezrînin û tekez kir, ku serdema dewleta netewî derbas bûye.
Salih Muslim got: “Em li Rojava dewletek demokratîk ava dikin, nek dewletek nejadî. Serdema dewleta netewî derbas bûye. Ewropa bi milyonan Euro bo rakirina sînoran xerc kiriye.”
Muslim di beşeke din a axavtinên xwe de da xuyakirin: “Çendîn welat hene ku hewl dane xwe ji dewleta netewî rizgar bikin û kar li ser sîstema yekgirtinê (federalî) bikin, bi taybet Şahenşahiya Yekgirtî ya Brîtanya û Îspanya ku pirsgirêkên Skotlenda, Îrlanda û Herêma Baskê hene.”
Hevserokê PYDê destnîşan kir, ku ew naxwazin ji Sûriyê cuda bin û got, hêj Hikûmeta Sûriyê mafên Kurdan li wî welatî nas nekiriye.
Salih Muslim da zanîn: “Desthilata Sûriyê bi serokatiya Beşar Esed mafên Kurdan nas nekiriye. Pêwîst e mafên Kurdan nas bike. Em hewla cudabûnê nadin, belku mafê Kurd di Sûriyeyeke demokratîk de ye.”
Muslim tekez kir, ku ew hizir li dewleta netewî nakin belku hewla damezrandina sîstema federalî li Sûriyê didin, ku hemû pêkhateyan li xwe bigire.
Muslim herwiha got, ku nasnameya wê sîstema federal jî dê li ser Bingeha sekularîzmê be.