Li gorî zanyariyên herî dawî, di encama her du teqînên îro yên li bajarê Qamişlo de 50 kes şehîd bûne û zêdetirî 175 kes jî birîndar in.
Îro serê sibehî derdora saet 09:30 2 teqînên bihêz li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çê bûn.
Teqîna yekem bi rêya kamyoneke bombekirî bû û baregeha Asayişê li bazara Taxa Xerbî ya Qamişloyê kire armanc.
Teqîna duyem jî li heman cihî û bi rêya kesekî xwekuj bû, ku di dema gihîştina tîmên hawarhatinê û alîkariya xelkê bo qurbaniyan çê bû.
Zanyariyên destpêka didan xuyakirin, ku di encama her du teqînan de 40 kes şehîd bibin û zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bibin.
Lê belê li gorî zanyariyên herî nû ku ketine destê Rûdawê, hejmara şehîd û birîndaran zêdetir e.
Li gorî agahiyan Rûdawê, ji ber her du teqînên îro yên li Qamişlo herî kêm 50 kes şehîd bûne û zêdetirî 175 kes jî birîndar bûne.
Ji ber hejmara zêde ya şehîd û birîndaran û nebûna pêwîstiyên pizîşkî, nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê û Qamişloyê bangek bilez ji Başûrê Kurdistanê kirin.
Di vê banga bilez de, nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê de navên çend dermen û kelûpelên pizîşkî yên pêwîst hatiye nivîsîn û daxwaz ji nexweşxane û rayedarên Başûrê Kurdistanê hatiye kirin, ku bi awayekê bilez dermanên pêwîst ji wan re bişînin.
Her li ser vê banga bilez, biryar e karwanekê dermanên pêwîst ji Başûrê Kurdistanê ve bo Rojavayê Kurdistanê bikeve rê.
Piştî teqînan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî peyamek belav kir û bi tundî ew teqînên îro şermezar kir. Barzanî herwiha hevxemiya xwe bi kesûkarên qurbaniyên teqînan û gelê Rojavayê Kurdistanê re anî ziman û amadeyiya Başûrê Kurdistanê bo hemû core alîkariyan jî nîşan da.
Barzanî herwiha ferman da hemû dezgehên hikûmî yên li parêzgeha Dihokê ku alîkariyan bigihînin Rojavayê Kurdistanê.
Rudaw