Xwendevanên hêja, bibe ku ev sernivîsa min dilê we hin kesan biêşîne û hûn ji min ra hêrs-bikevin û bixeyîdin, heta hin çêran jî bibêjin; lê divê hûn min bibexşînin. Ji ber ku hin kirin û kêmasîyên me Kurdan, min didin axaftin. Divê hûn ji axaftger û gotarvan ra hêrs-nekevin,
nexeyîdin. Ji ber ku ê ku wî dide axaftin, ji wî ra hêrsbikevin û bixeyîdin. Bi Tirkî jî usa tê gotin: “Söleyene bakma, söyletene bak”.
Lê eger hûn dixwazin, çêr û kifrîyan bibêjin, divê hûn ji wî kes û hêza ku wî dide axaftin ra bibêjin.
Gelo ew hêz û kesa kî ye?
Ê ku piranîya cîhan pê bawer e, ew dide gotin ne usa?
Ango ê ku hiş daye mirovê du ling, ew bi xwe ye. Lewra piranîya mirovên cîhan usa dibêjin û usa jî bawer dikin.
Gelo çira min sernivîs usa nivîsî?
Ji we ra bibêjim birayên delal. Cîhan jibo zanîn û fêrbûyînê dibistanek gelek mezin e; lê eger mirov bixwaze di vê dibistanê da bixwîne û bibe rast mirov, ji ajalan cihêtir.
Lê ev tişt jibo ajalên çar ling û du ling ne dibistan e û ne jî xan e. Ji ber ku her çiqas ku çav û guhên wan û pejnê wanên jibo çêrandinê, alifê ziktêrîyê, qût û av vexwarinê hebe jî, lê destê wanên ên wekî mirov tunin ku tişteki li cîyekî rakin daynin cîyekî dî, yan jî bi dest bigirin şiklê wî tiştî biguhêrînin. Lewra hişê wanên jibo hizirandin û çêkirina tiştan tune.
Gelo em mirov usa ne?
Naaaa, ebeden.
Di mêj da, ango wexta ku mirov rabûye ser du lingan, mêjîyê xwe bi kar anîye, xwe ji hemû zindî û jîndaran cihê dîtîye û destpêka hin kar û baran kirîye. Ango cara yekem jibo ku xwe ji lawîr û ajalên har, hov û dirinde biparêze, bi şaxek darê ve xirç çêkirîye; lê sed heyf û mixabin ku di zikê wext û demê da mirov bi wî xirçî ve hevdu kuştîye. Li pey xirç, kêr û xençer, tîr û kevan, şûr, tifîng, tank, top, şerfirok, keştîyên şer, îro jî Atom û Hîdrojen û fûzeyên navbera şeş kîşweran.
Xwendevanên hêja, dîroka me mirovan, dîrokek bi êş û jan e, tijî bi şerm û fedîye.
Mirov wexta ku bi rastî wekî mirov bihizire û hişê xwe yê zindî-evînî bi kar bîne, bawer bikin ji xwe gedgenî bike û şermezar bibe; lê em dibînin na; mirov ne şerm dike, ne jî ji kirin, kar û barê xwe yên hovanê fedî û gedgenî. Di vî warî û platformê da eslê Tirk şampîyonê cîhan e. Her çiqas ku nebûye xudan nûvedan û hunerek taybet û çekên kuştinê, balam bûyê har û hovê zindî û jîndaran. Diranê vî gelî, diranê gurê dev bi xwîn e. Li pey vî gelê har, cîyê duwem Ereb, eslê Samî, ê sêyem jî Farisê namerd e.
Xwendevanên hêja, dîrok kûr e, Okyanûs e, lê ez jî ne avjenberekî pispor û jêhat im. Ji ber vê yekê, ez kûrahîya dîrokê ji hin kesên zanan ra bihêlim, dagerim werim ser babeta sernivîsê.
Babet -bibexşînin- kertîya me Kurdan e.
Gelo çira em Kurd evqas bûne çav kor, guh kerr, mane bêhiş?
Ez naxwazim têkevim kûrahîya dîrokê, ji we xwendevanên hêja ra qal û behsa dewleta Sûmer, Hûrî, Gûtî, Medya, Kardûk, Mîtanî, Hîtît, Sabûrî, mêrxwasîya Narîman, Zal, Rustem, Kawa, Cemşît, Ferûdîn, Şah Dîyako, Astîyagersê zalim, Harpagosê namerd û bêbext, zana û mirovevînê ku li ser diwanzdeh hezar çerman Zend Awesta nivîsîye kalikê me Zerdeştê Kal bikim. Ango naxwazim bi dûr ve biçim. Dixwazim heya Mekke ya çolê bimeşim û li wir dîsa paşve vegerim, werim welatê xwe yê nav Kurdistan.
Birayên hêja, di berî destpêka ola Îslamê, ango di destpêka babelîska heftemîn, berî sala 612’da bîrûbawerîya bav û kalên me Kurdan çi bû? Ew bav û kalên me bi çi şiklî ve bûn Îslam? Gelo wan zimanê Erebên çolan dizanibû? Makezagona ola Îslamê Quran xwedibû? Gelo wexta ku artêşên ola Îslamê xwe gîhandin ser erdê Kurdistan, Mezopotamya, gelê Kurd, ango bav û kalê me yên wê wext û demê ji wan artêşên barbar û xwînrij ra “Ohhhh hûn bi xêr û silamet ve hatin vî welatê me” gotin?????
Bersîvê ji wîcdanê we xwendevanên xoşewîst ra dihêlim.
Ez werim ser mêrxwasîya Selahaddîn-î Eyûbî
Gelo mêrxwasîya wî jibo kê û jibo çi bû?
Dîsa bersîv ê we xwendevanan e.
Em Îdrîs î Bîtlîsî bidin alîyekî; wî li ligel Yawûz û heşt bihiştên wî bihêlin û babelîsk, bi babelîsk werin xwe bigîhîjînin babelîska bîstan û îro. Ango babelîska 21’ê.
Gelo di destpêka ola Îslamê vir da, heya roja îro çi hatîye serê me gelê Kurd, li tevahîya cîhanê çi kar bûye, çi hatîye serê gelan? Hemû gelên cîhanê di kîjan rê û merhelan da derbas bûne, bûne xudan dewlet û dezgeh?.
Di berî şerê cîhanî, ê yekem hemû gelên Balkan û ên Ereban mêtîngehên Osmanî bûn. Lê di sala 1912 da hemû gelên Balkan rabûn ser pîyan, wekî mêran li hember Osmanîyên xwînrij û barbar şer kirin, ew zalimana li ser erdên xwe qewitandin, derxistin bûn xudan dewlet û dezgehên nûjen. Dîsa di destpêka şerê cîhanî, vêca jî li çola Ereban, Ereb rabûn ser lingan, dost û dijminên xwe ji hev cihê kirin, lingê Osmanîyên gemar û bi xwînî li ser erdê bav û kalên xwe rakirin, bûn xudan 22 dewlet. Dîsa di heman wext û demê da li Afrîqa qedîm du (2) dewlet hebûn, îro hêjmara dewletên reşikên Afrîqa, ku ez ne şaş bim nêzî şêştî ye. (60)
Li vir çend sal berê Bosna û du (2) dewletên din, Abaza û Odesya, duhu jî Kirim, lê de werin li rewşa me Kurdan binêrin, em di çi rewşê da ne, çi dikin û çi dibêjin li hember cîhana nûjen, kes û gelên xudan hiş.
Belê xwendevanên hêja, di destpêka ola Îslamê vir da, em Kurd, ji Tirk, Ereb û Farisan ra bûne xulam, bûne barkêş û cangorî. Ango em bûne beran û gîskê ber kêrê, her roj serê me jêdibe, lê em ên mayîn naxwazin xwe ji ber kêra tûj rizgar bikin. Duhu Misê Kor, zalimê bêbav, xwedêgiravî hemû serokên Kurd xapand, bi sedhezaran Kurd kuşt, lê Kurd dîsa bûn bengîyê wî, serê wan di bin lingê leşkerên wî da pelçiqî. Îro jî her usa. Li Cizîrê, Sûrê, Îdîlê, Nûseybînê, Ceylanpinarê û gelêk cîyên din, rewş usa ye. Di devê hemû serok û rêvebirên PKK û HDP’ê da biratîya gelen, biratîya Îslamê, Tirkîyeyîbûn û Tirkîyek demokratîk, pêvejoya aştî……………..
Divê gelê Kurd, ew kesên ku usa dibêjin, ji wan ra: “Ma di destpêkê da, ango 39 sal berê daxwazîya we ku Tirkîyeyîbûn û Tirkîyek demokratîk bû, hûn çira derketin serê çîyan? We çira jibo vê daxwazîya xwe, bi deh hezaran ve xort û keç, zar û zêç, pîr û kal dan kuştin, bûn sedemê şewitandin û wêrankirina çar hezar gund û koçberîya 5-6 mîlyon mirovên Kurd û vê malwêranîya îro?” bibêje û pirs bike. Lê em vî dengî nabihîsin.
Sed mixabin ku ev pirsana di devê pirr kesan da dernakeve. Mirûd naxwazin ji şêxê xwe yê mezin û ên din, hin pirsan bipirsin. Ditirsin, gune dihesibînin. Lewra Şêxê mezin û ên biçûk xwedêyê wan in. Dê di bihiştê da 70 hûrî bidin wan……..
Belê, rewş usa ye. Li alîyekî virr û fortên dûrî hişên mirov, di alîya dî da jî xortên xwîn dîn û ne rêzbûyî cok û xendeqan dikolin, dewleta Romê jî wan cok û xendeqan ji wan ciwanên me ra û ji hemû rûniştvanên wan bajarokan ra dike tirb, dike gor, meyîtê wan mirovan bi rojan li derva dimîne, bîhn dikeve meyîtan, kes nikare derkeve der, wan meyîtan, cendegê xuşk, bira, bav û dîya xwe binax bike. Ew cendegana li der ve ji mişk û maran ra, ji kûçik û pisîkan ra, ji balinde û gêlan -morî- ra dibin nêçîr, cîhan jî li vê rewşa barbarî dinêre, lê dibe çav kor û guh kerr.
Gelo çira cîhan bûye çav kor û guh kerr, bêdeng dimîne, li vê dîmen û pêşdarîya dirindeyî û barbarî dinêre?
Sedemê vê çavkorî, guh kerr î, bêdengî û nêrînê çîye?
Ev sûç, sûçê kê ye?
Kê ji gelê Kurd ra ew welatên ku xudan hêzên gewre ne, dewletan hildişînin û dadimezrînin, kir dijmin û îro jî vî karî dike?……………..
Divê gelê Kurd bersîva vê pirsê û hemû pirsan bide û dost û dijminê xwe nas bike, guh bide gotin, dîtin û daxwazîya hemû serok û rêberên xwe; ew çi dibêjin û çi dixwazin. Divê ev gela ji her virr û fortê ra “Rast” ji her diwa yê ra jî “Amîn” nebêje. Ji ber ku Fizûl Bekoyê vî gelê bindest pirr in, bi derewan lingê hêştiran dişikînin, Meman jî didin kuştin, Zînan jî bê Mem dihêlin û…………………
PKK di sala 1977’an da derket. Serokê wê Avdila Begê me xwe kir Şah Dîyako, bû hêvî, gelê me yê bêhiş jî bawer kir, lê mala gel hat şewitandin, pergala gel belav bû, welatê gel hat tarûmarkirin, erdnîgarîya vî gelî wêran bû. Vî gelê reben, bêhiş û çav kor nêzî sed hezar xort, keç, kal, pîr, jin, zarok wenda kir, lê rizgarîya bostek erdê Bakûrê Kurdistan nedît, balam dîsa jî hiş nehat serê vî gelî, va gela bû çav kor, ma bêhiş.
Gelo çira?
Çikê vî gelî ji gelên cîhan, bi taybetî jî ji ên Tirkên barbar kêmtir e?
Bi rastî ez jî nizanim.
Min di sernivîsa xwe da got, “Kerên cîhan bûn hespê lecan, lê me jî man wekî berê”. Ango ker.
Ku em ker nebin, çira xwedêgiravî em ji rêberên xwe ra nabêjin “Hûn ji me ra derewan dikin, me didin kuştin, lê ji we û zarokên we qet yek naye kuştin. Hûn çito serok û rêber in?”. Hûn çira di şeran da nakevin pêşîya Gêrîllah û canfîdayên xwe?
Ji bilî ev, divê gelê Kurd bi yek devekî, ji hemû serok û rêberên xwe ra: “Çira hûn li dijî hev in? Çira hûn me dixapînin, bi derewan me biran tînin hemberî hev didin kuştin? Çira hûn li hember dijminan hêzên xwe nakin yek? Çira hûn gorên hev dikolin? Çira hûn jibo paldanka desthilatdarîyê, jibo maf û berjewendîyê xwe yên kesayeti vî karî dikin? Çira hûn alozî û nakokîyan dikin nav me xuşk û biran, me berdidin hev?. Çira hûn me difiroşin û ji dijminan ra dikin xulam, berdest û cangorî?”. Ango divê gelê me yê reben û belengaz, çiqas ku dengê wî di xirika wî da derdikeve bi qîrin û hewar van pirsan bipirse û bi tundî li ser van pirsan raweste û pirsan zêde bike.
Serok Avdila, di girava Îmraliyê da “Em Dewletek Neteweyî naxwazin. Em Komarek Demokratîk, Jîyanek Ekolojîk, Konfederalîzma Rojhilata Navîn, Doliwgerîya Derûnî û Xweserî dixwazin” dibêje; lê li vir divê hemû sempatîzan û alîgirên PKK û Kurdên serwext û xudan wîcdan ji wî ra: “Berrêz Serok, tu wexta ku derketî meydanê, te ji me gelê nav “Kurd” ra qal û behsa gîyana Medya, Kurdistanek Yekgirtî, Kurdistanek Azad û Sosyalîst dikir, îro jî tu dibêjî “Em Dewletek Neteweyî naxwazin. Ji ber ku dewletên neteweyî amrazên pestê ne”. Gelo tu çira jibo gelê Fîlîstînî û Tirkên Qibrisê van tiştan nabêjî û pêşnîyaz nakî? bibêje, bi tundî wî rexne bike, ew çito serok e derxîne meydanê.
Divê êdî gelê me yê ku ketîye xewa kûr, hîşyar bibe, van gotinên pûç û ne di cî da bibihîse û ji wî û kesên wekî wî ra: “Hûn çi dibêjin lo, guhên we van gotinên we dibihîse? Ji xwe bîrnekin, heya roja îro, çi ku hatîye serê me, jibo nedewletbûyîna me ye. Eger em xudan dewletbana, qet kesekî em nedikirin vê rewşê” bêtirs bibêje û wî û kesên wekî wî tawanbar bike, bêdeng bihêle. Ji ber ku ew, heval û alîgirên wî li pêş Serxwebûn û rizgarbûna Kurdistanê bûne dîwar û kelek pola.
Divê gelê Kurd wî dîwarî hilşîne, kele ya pola jî parçe-parçe bike. Lewra êdî bes e evqas zilm û bindestî. Şerm e ji vî gelê xudan dîrokek pak û kûr.
Hatîp Dîjle: “Me Pirsa Dewletek Neteweyî Avêtîye Sepeta Gemarê” dibêje, gelê bêhiş dîsa bêdeng e, ser da jî vê gotina wî di cî da dibîne û çepikan li hev dixîne; “Hûn her bijîn” dibêje. Cemîl Bayîk: “Di hişê me da Serxwebûn tune, em Kurdistanek Serbixwe naxwazin, em
Konfederalîzma Rojhilata Navîn dixwazin. Ev mînak û model jibo Yekîtîya Dewletên Amêrîka, Rûsya, Yekîtîya Dewletên Awropa û tevahîya mirovatîya cîhanê qezenc e” dibêje, gelê reben pirs nake, nabêje “Gelo ev çito dibe? Ma hûn jibo vê daxwazîyê derketin çîyê, ketin girtîxane
û zîndanên dijmin? We ku dewlet nedixwast, ma çira we di destpêkê da va tiştana ji gelê xwe ra negot? Ma ku daxwazîya we usa bû, çira we evqas zarok û mirovên me dan kuştin, bûn sedemê malwêranîya vî gelê mazlûm, pêxwas û bindest?
Nabêje, pirs nake ev gelê reben û bê hiş.
Belê xwendevanên hêja, ev e rewş û rastîya me ya ber çavan. Gelek gelên cîhan çûn derketin ser asîmanê şîn, lê em Kurd man ser pişta kerê, ji sê har û hovan ra man şivan, xulam û noker. Ku heye Xwedê nepejirîne; wekî dî ez çi bibêjim.
Herwaha berî ku ez dûwahî bidim nivîsê û destpêka nivîsandina helbesta xwe ya jibo hosîya xwe bikim, -min di nivîsa xwe ya berê da ji we xwendevanan ra gotibû- divê dagerim werin ser gelşa sernivîsê. Wate û naveroka vê nivîsê, gelek dem berê di dil û mêjîyê min da cî girtibû. Lê min wexta ku nivîsa berrêz Îkram Oxûz xwend, min destpêka vê nivîsê kir. Tika dikim, bila kesek nexeyîde, ker ajalek kedkar e, bê gune ye; lê wexta ku bar li ser piştê ye, di cîyekî çal û kort û herrî, ango çamûr da dikeve, carek dî qet naxwaze di wî cîyî da derbas bibe. Lê gelo em mirov, bi taybetî jî em Kurd usa ne? Dijminan hezar carî em di hezaz û rêyên herrîyê da meşandine, lê me cîyê herrî û hezazan her dem ji xwe bîrkirîye, dijmin em di wan rê û cîyan da gelek westandine, fetisandinê, hêj jî ev kar berdewam e. Hezar carî mixab.
Îkram: “Serokkomarê Tirk, -kurê Gurc- Recep Tayyîp Erdoxan, di vî welatî da Kurd dibin, Serokkomar, Serokwezîr, Şalyar, Walî, Qaymeqam, Mamoste, her cure karmendên dewletê. Vana wekî dî ji vê dewletê çi dixwazin” dibêje. Lê bi rastî necamêr rast gotîye û rast jî dibêje. Ev gotin yekem car di devê wî zalimî da derneketîye. Wî ew tişt û gotina ji îdeolojîya Kemalîzmê, ji devê hemû mezin û mamosteyên xwe bîhîstîye. Devşîrmeyên ku tev bûne Tirk, li tev nevî û nevîçûkên dêla nav Asena usa hatine perwerdekirin. Mêjîyê wan usa hatîye şoştin. Di nav wan da bi sedhezaran Kurd jî hene. Heta bavê vê gotin û perwerdê Kurdekî navdar e. Mehmet Zîya Gokalp. Ma Îsmet Înonu, Cemal Gurses, Fahrı Koruturk, Bulent Ecevît, Tûrxût Ozal, Hîkmet Çetîn, Kamûran Înan, bi dehan kesê wekî van kî bûn û kî ne?
Ha, ez Kemal kurê şûrdar jî, ji bîrnekim
Îkram: “Vana dibin her tişt, lê nabin Kurd” dibêje. Lê bi rastî Îkram rast dibêje. Vana di zû da li ser afirê axurê Tirkan da hatine girêdan. Bune ga, di zevîyan da zext li ser qûna wan e. Cot dajon jibo xwedîyên xwe. Min di înternetê da dît. Dawûdoxlû li Amedê, li pêş mizgefta sûrê, a bilind diaxife, -çekdarek jî derketîye ser pişta mizgefte, dorberê raçav dike- di kêleka wî yê çepê da Galîp Ensarlîoxlû û Mehmet Metîner, jibo virrên wî bocîyê Asena, çepikan li hev dixînin, lê gelê Kurd dîsa dibe çav kor, guh kerr û … nabîne, nabihîse. Di hemû hilbijartinê cînişên gel da dengên xwe dide wan bêbextan, wana tîne ser şîyanê, ji xwe ra dike rêber û serok.
Bav û kalan bi valahî negotine “Kurmê darê ji darê ye”.
Belê, kurmê darê ji darê ye.
Bi gotinek dî ve, divê ez dûwahî bidim nivîsê, ji we xwendevanên hêja ra helbesta xwe ya jibo hosîya xwe binivîsînim.
Heya ku em bimînin ker, dê zalim û namerd jî ji me ra bibin rêber.
Hosîya Min.
Jîyan, jîyan, jîyan, jîyan
Bo jîndaran xan e cîhan
Herkes têda dibe mêvan
Mîr, Şah, Qiral, Şivan, Gavan
Kes namîne li cîhanê
Bêdûwahî li vê xanê
Rêwîtîyek dor bi dor e
Meşek dijwar ber bi gor e
Ew gor tarî, teng û sar e
Li wir nîn e heval yar e
Kes nebêje “Ez dimînim
Li cîhanê disekinim”
Cîyê her mirovî gor e
Ev rastîye, lê pirr zor e
Bo mirinê mal, milk, hebûn
Nabe bertîl jibo şabûn
Bin erdê da tiştek nîn e
Ne bihişt, doj, nan û rûn e
Mar û mişkên hevalên te
Tev bixukan ew goştên te
Bixwin, hestî dibin xwelî
Bin erdê da mîlyar salî
Li wir ew jî tev dibin ax
Cardin nabî mirovê sax
Usa ye jîyana jîndar
Qet têr nabe mirina har
Dê ew bixwe vî Rizê Gur -Ev bernavka malbata min e-
Bike çala tarî û kûr
Lê ez naxwazim wê çalê
Li Kûpikê, Xelan, Dalê -Kûpik gundê min, Xelan û Dal jî ên bapîrê min.
Hezkirîyên xwe bêjim
Ez ne dîn im, ne jî gêjim
Naxwazim ez gîrî û şîn
Diwa, ayetên ol û dîn
Bixwin, vexwin reqî, şerav
Bi eşq û kêf, her dem, her gav
Bişewtînin tev laşê min
Axê bibin hûn gundê min
Belav bikin li ser Gazê -Gaz cîyekî bilind li hember Dizgûn Baba-
Bi govend û bi awazê
Lê bi dengê Şivan Perwer
Kasetekî hûn daynin ser
Ey Reqîb ji min ra Quran
Tika ye ev, bo zar, biran
Li tev strana Kîne Em
Bigrin govend tunebe xem
Ronahîye evîna min
Bin rojê da xwelîya min
Ji tavê ra bibim heval
Mîlyar, mîlyar, roj, meh û sal
Bibim kulîlk, gul-gulistan
Li ser erdê Kurd, Kurdistan
Gelê min bîhnke gula min
Dê her şa be gîyana min
Gîyana min ristên min in
Bîhnkêşê gulan jî hûn in
Ev e daxwaz, hosîya min
Jibo malbat, zar-zêçên min.
14-05-2011 Sydney
Ev helbest min di vê rojê da nivîsî wekî hosî. Ango ku mirim, dê zarokên min laşê min bişewtînin, axa laşê min bibin gundê min, li ser tepelîga Gazê, ku gundê min pişta xwe daye wê, çîya yê hember Dizgûn Baba, li wir belav bikin, li ser kevirekî jî: “Rizê Alê Memê Gur, çû
li Awistûralya mir, laşê wî şewitandin, xwelîya laşê wî anîn belav kirin li vir; were nivîsîn. Lê ev daxwazîya min tê cî, naye cî, ez nizanim. Guneyê min di stuyê zarok û birayê minên ku li pêy min dimînin.
Dîsa min dirêj kir, serê we êşand, bibexşînin. Bibe ku ev nivîs, bibe nivîsa mina dûwahî. Lewra gelek bêkêf im. Ango her roj di navbera malê, bijîjşk û nexweşxanan da teşîyê dirêsim.
Sal bûn 81. Dil sist bûye, firşik kul e/ Çav digîrin devrû şil e/ Jibo Kurdistanek azad/
Tu dibêjî Riz bilbil e.
Bimînin di xweşîyê da
rizacolpan@gmail.com