Xwendevanên hêja di vê cîhana me da her sermîyanê malekî, Axa û Xanim Axa ya eşîrekî, Serokê partîyek ramyarî, ango sîyasî, divê jin be, divê mêr be, eger bi hişekî maqûl, bi tevger û xebatek erênî ve tevbigere, jibo mal û civata xwe ya ku di nav da dijî, her dem jibo jîyanek têr û tijî, jibo her cure qencî û rindîyek mirovane, jibo cîhanek bê şer û pevçûn, di nav wê civatê da bi hişmendî, bi çîçî, ango bi namûsî tevbigere, bi çîçî kar bike, dê ew him di nav neferên mala xwe da, di alîya zar-zêç û lêzimên xwe û hemû neferên eşîra xwe da, dê were hezkirin û bibe mînak, bibe wekî Pêyxamber Hezretî Îsa.
Gelo di vê cîhana me da çend kesên usa hene? Ez bawer im pirranîya Serok û rêberên dewletên Awropa ji gelên xwe ra, ji bilî hin awerteyan, ji zar û zêçên xwe û heval û hogirên xwe ra dilsoz û dirist in. Lê hezar mixabin ev hiş û pejnên mirovane di nav 57 welat û dewletên ola Îslamê da nayên dîtin, ku em Kurd jî di nav wan gelên Îslam da têne naskirin.
Ez dibêjim “Xwezî em Îslam nebana”. Eger bav û kalên me yên sedsala heftan ola Xaçparêz î bipejirandina, bê şik û bê derew dê em jî bibana xudan dewlet û dezgeh û bibana dostê dewletên Awropa, bibana gehlekî demokratîk û şareza. Lê hezar mixabin bi sed hezaran bav û kalê me yên wê dem û çaxê, ku bi şûrê ola Îslamê ve bûbûn Îslam, lê nebûn xudan dewletek rêkûpêk, man xulamên sê nijadên har, hov û barbar. Mala wan bav û kalên me yên ku di wê dem û sedsalê da nehatibûn kuştin, li tev mala Selahaddîn î Eyûbî, (1171-1260) Serok û rêvebirên Dewleta Mervanî (997-1093) û ên Dewleta Şadadî, (951-1093) bişewite, cîhê wan bibe dojeh, wan em Kurdên Şaristanîya cîhanî Mezopotamya kirin dîl û xulamên sê haran; îro jî çend kesên ku xwe wekî Serok û Reberên 30 mîlyon Kurdên Bakûrê Kurdistanê dihesibînin, hata bi tevahîya Kurdên pênc parçan, bi daxwazîya sazûmanek Sosyalîst û Komînîst, bi navê Biratîya Gelan, bi daxwazîya Komarek Demokratîk, jîyanek Ekolojîk, Konfederalîzmek Rojhilata Navîn ve, ew mal û kozikê me yên mayîn jî dixwazin hilbişînın û bikin pag, me bi tevahî bikin xulamên Tirk, Ereb û Farisan.
Ew demcame-perîstên me 40 sal e ku xwedêgiravî jibo Kurdistanek Yekgirtî, Demokrat, Sosyalîst û Komînîst şer dikin, jibo vê daxwazîya xwe ya derewîn û malwêranî, dijê Emperyalîzmê, Serok, zana û ramyardarên cîhan derdikevin, lê hezar mixabin di vê rê da ne ew Kurdistan hate demazrandin, ne jî wan qasî metrokî rê girtin, serda jî di vê rê da bûn sedema şewitandin û hilşandina nêzî pênc hezar gundan, gund kirin pag û hêlîna kundan û kozikên beraz û rovîyan; erdnîgarîya qedîm, a Şaristanîya cîhanî bû tarûmar, nêzî deh mîlyon Kurd bûn koçebar, çûn ketin metropolên dijmin, ketin ber çerxên pişavtinê, dê bihelin bibin Tirk, dûra jî bibin neyarên gelê xwe pişk, wekî Îsmetê Kerr, (ji malbatek Kurdên Sêrtê) Cemal Gurselê Pîlvankî, (Ji malbatek eşîra Pîlvankî li Pêrteka Dêrsim çûne Xinûsê) Bulent Ecewît (bi eslê xwe va nevîyê Kurdekî Dêrsimî) Fahrî Koruturk, (ji malbatek Kurdên Kemah, Erzingan) Kurê Şûrdarê Dêrsimî û kesên wekî van, xayînên wekî Rayber, Pirço, Mehmet Şerîf Firatê Gimgimî, (Varto) Bînbaşî Qaso û bi sedan kesaên wekî van.
Xwendevanên xoşewîst, min di sernivîsa xwe da “Çend Malwêranên Bakûrê Kurdistan” got, lê divê hûn li qisûrên min nenêrin, malwêranên me di destpêkê da ne tenê çend kes bûn, piştî salên 1970 û 1980; li gundê Fîsê bi dehan kes (Ez qala ên berî sedsalan nakim) bûn, li wir kombûbûn, hemûyan bi hev ra, bi qîrîn û hewar; “Em dixwazin ji gelê xwe yê mazlûm û bindest ra Kurdistanek Yekgirtî, Demokratîk, Sosyalîst û Komînîst, li ser rêça Marksîzim û Lenînîzmê damezrînin” gotin jibo vê daxwazîya demcame û ne di cîh da, jibo gehlekî paştamayî, bê perwerde, kesîb û belengaz, bindest, ziman, çand, dîrok qedexekirî jî partîyek ramyarî damezrandin, nav jî danîn “Partîya Karkerên Kurdistan” ku ev nav gelek şaş bû, lê bi rastî jî wekî navên xwe destpêka kar kirin, bi sedan birayên xwe kuştin, eşîr kirin dijminê hev, welat kirin gola xwînê, lê xwîn jî xwîna biran, xwîna 17.000 keç û xortên nav xwe, xwîna nêzî sed hezar xort û keçên zana, xwendevanên zanîngehan, zanayên jîyanek civakî û birokrasîyê, hêvîyên pêşerojên Kurdistanek Azad û Serbixwe, li hember artêş û leşkerên dijminê barbar (Ku pirranîya wan leşkeran jî xortên Kurd bûn) bûn cangorî, lê xwedêgiravî bostek erda dayîka xwe, ku jibo wê derketibûn meydana şer, rizgar nekirin, bi tevahî kirin bin lep û lingên dijmin. Bi cûdahî rêzgirtina mezinan û îtîram di nav gelda rakirin, keç û xortên 10-15 salî, ji kekê xwe ra, ap, xal, xaloj, met, dapîr û bapîrên xwe ra, ji hemû kalên rîsipî ra “Heval” gotin, ev amojkarî û sinçî li holê rakirin, nivşekî nû bê îtîram derxistin meydanê. Niha yek jî li girava Îmraliyê, Serokê hemû Serperîştên Partîyê”Ez Dijê Dewletek Neteweyî me” dibêje, ku em wî roja ku bi pilan û senaryoyek tarî va bû xulam û dilî dijmin, di gotin û îfadeyên wî yên nerênî, ên di dadîgeha dijmin da, bi gîyanek wekî çêlekevên pêş nêçîrvan, mişkê pêş pisîkê tirsonekî û radestbûna wî ya ku hemû Kurdperwerên Kurdistan şermezar kir, rind dizanın. Lê gelo Serperîştên çîyayê Qafê çi dibêjin?
Cemîl Axa: “Gelê Kurd dijê Dewletek Neteweyî ye”. Mûrat Marêreş: “Em Destek Nadin Dewletek Serbixwe”. Zubeyîr Aydar: “Di Çareserîya Kurdistanek Piçûk da Mafê Kurdan Nîn e” dibêje. (Çavkanî 15-4-2024 di nivîsa Dr. Adnan Gulluoxlî, malpera Nêrîna Azadî) lê ew Kurdistana piçûk kîjan parçeye nabêje xweşmêrê me yê heya demekî di meclîsa dijmin da bûbû cîhnişê gel, sonda li ser şoreşên Mistê kor, dijminê gelê Kurd, bêbavê namerd, faşîstekî cîhanî sond-xwaribû, îro jî li ku ye nizanım, lê beyan-nameya wî jî wekî hevalên xwe wisa ye. Eger ku heye hêzek, ku jê ra dibêjin “Xwedê” hiş bide van bomikên me, ku wana malên me xira, pergala me belav kirin, em di kesera dayîka xwe Kurdistan da hîştin, bûn dijminê malbata Barzanî, bûn dijminê wî parçeyê Azad, bûn bela û qeda li pêş rizgarkirina dayîka me ya dîl û bindest, bûn dîwarekî pola. Lê kîjan, yan jî çi wext, yekî wekî Rustemê Zal derkeve wî dîwarî bi gurzê dest xwe va hilşîne, bişkîne, rê ji gelê xwe ra veke, wan bomikan jî perwerde bikê, bike Kurdevînên Kurdistan nizanim. Yan jî Partîyek Kurdwarî bê damezrandin, hemû mafê gelê xwe têke pêş mafê partîya xwe, wekî Kurdekî dilsoz, lawekî dayîka xwe Kurdistan, mirovekî şîr helal, ji derewan, ji kar û barên bertîl û gendelî dûr derkeve, di bin fermana Serokê wê partîyê û wî lavê Kurdistan, û Kurdevîn da hemû Kurd ji hevra bibin bira û derkevin hember dijmin, wî dîwarî hilşînin û dayîka xwe Kurdistana Çeleng di bin dest û lingên sê nijadên har, hov û barbar da rizgar bikin. Bi hêvîya vê daxwazîya dilê minê keserkêş, birîndar, xemoşgirtî û gazîna wî ya xemdarî, jibo wê dayîka dîl, bindest û berdest, binêrin çi dibêje. Bi hêvîya xwendina we û sertkefina we xwendewnên Kurdperwer û kesên mirovhez.
Kesera dil jibo dayîkê
Xwedê û Xudawena min
Tu yî dîya heftsed bav û kalên min
Ez im nevîyê te
Tu yî dapîra min
Dilê min jibo te birîndar e
Tu yî dermanê êş û birînên min
Tu yî bijîşka min
Ez im nexweşê te
Tu yî hiş û mêjî û mamosta ya min
Ez im şagirtê te
Tu yî hewa û oksîjena kezeb û pişik
Gurçik û sipila min
Ez im hevceyê te
Belê yara min
Tu yî canê min
Sîmên porên serê te
Lane û şaneyên laşê min
Xwîna kakût û ranên min
Guhên te dengê min
Çavên te hîv û roj û ronahîya min
Birûyê teyên wekî kevan
Wekî hîva nû, dasa genimên min
Bijengên te yên tîr wekî tîrên bav û kalên me
Mêrxwasên Kardûk û Medan
Biskên te yên narîn li ser gepan
Tu yî bedewa cîhan
Dayê, dayîka min
Hilma poz û devê te gîyana min
Sîngê te yê sedef lênûska min
Axa te ya pîroz bibe gora min
Li ser axa te da binivîsînim derd û kulên xwe
Ku şad û kêfxweş bibe dil min
Zimanê te yê şîrîn pênc pejnên min
Xazî ya devê te xibira pênûsa destê min
Av, şekir-şerbet û aqitê min
Nan û dew û hinguvê min
Li ser sîng û axa te da dirizin bi hezaran gul û çîçeg
Mexik, beybûn û nêrgiz
Û bi mîlyonan kulîlkên rengîn
Bîhna wan mest dike mirovan
Vedike bijûna har û hovan
Ev rewş jî vî kurê te dike nav derd û kulan
Yara min
Xwedê û Xudawena min
Keremke destûrê bide min
Ez evîna dilê xwe ji te ra vekim
Û li ser sîng û axa te ya berdar û pîroz binivîsînim
Vê pejna dilê xwe yê keserkêş
Ku bixwînin nevîyên te
Û bi mîlyonan kesên wekî min
Evîndar û bengîyên te
Tu yî Xwedê û Xudawena min
Guhdar bike ji te ra vekim
Pejnên xwe yên ji dilê keserkêş
Ez im qûlê te
Tu yî Xwedê ya min
Ez im kurê te
Tu yî dayîka min
Tu yî Leyla ya min
Ez im Mecnûnê te
Tu yî Eslîxana min
Ez im Keremê te
Tu yî Zuhreya min
Ez im Tahîrî te
Tu yî Şahsenema min
Ez im Xerîbê te
Tu yî Zîna min
Ez im Memê te
Tu yî Şirîna min
Ez im Ferhatê te
Tu yî Xeca min
Ez im Sîyabendê te
Ez ji te ra bibim cangorî
Navê te pîroz e jibo min
Yara dilê min
Kurdistana min
Dayîka min
Xudawena min.