Xwendevanên hêja, berê ku ez destpêka vê pirsa sernivîsê bikim, divê ez berê qal û behsa rojîya dîya xwe ya dilovan jibo vê meha him jibo me gelê Kurd gelek pîroz, roja dilşabûn û dîlanîyê, him jî kêf û govendê, roja cilên pak û rengîn, li ser cox û çîyan, di nav gul, çîçeg û bi hezaran kulîlkên rengîn da govend girtin, agir dadandin û li dora agirê pîroz zıvırandın û serda bazdandinê, kêf û zewqê bikim.
Belê, zaroktîya mina heya 17 salî li cem dîya mina derdkêş û dilovan da derbas bû. Li cem bavo jî evqas. Bavê min 12 meh, 52 hefte, 365 rojên salê da tenê rojek Gagendê, sê rojên cejna Xizir rojî digirt, yek jî di her heftan da roja Çarşemê jibo wî ew roj, rojek pîroz bû. Wî di roja Gaxendê da rojek, di cejna Xizir da jî sê roj rojî digirt, sedî-sed pezek jî serjêdikir, dikir gorî li cîranan belav dikir, lê çucar di cejna Mûharrem, ango xwedêgiravî di meha 12 Îmaman da rojî nedigirt; her sal di dema Payîzê, wexta çandina genim ajotin û şîvan, di dem û wexta Biharê da jî, wexta ku destpêka cotê ce, nîsk, nok, kuncî, kindir, garis û fîkê dikir, çucar di roja Çarşemê da nediçû kar. Çarşem jibo wî rojek pîroz û roja betlana wî bû. Di wê rojê da berav jî qedexe bû, kesî av li xwe nedikir, serê xwe nedişoşt. Bavê min eger bêgav bimana di wê rojê da biçûna cot, ya gan hevcar, yan jî nîr dişkandin, yan jî gîsin dişkîya, bi hêrs dadigerîya malê, lê qet nedihat bîhra me ku, em ji wî bipirsin, bibêjin “Bavo (me ji bavê xwe ra “Apo” digot) tu çira di cejna Gaxend û cejna Xizir da rojîyê digirî, di cejna 12 Îmama da gojîyê nagirî, çira tu di roja Çarşemê da naxwazî biçî kar, lê wexta ku tu bi bêgav dimînî diçî jî, bi tirs diçî û tiştekî bêxêr jî tê serê te û karê te?” Belê ev pirsana nedihat bîhra me zarokên wî û hemû kesên der û cîran.
Belê, xuşk û birayê minên ezîz, bi destûra we ez werim ser rewşa dîya xwe ya dilovan, ku wê porê serê xwe li hember zirdê kurê xwe yê zordar û bê însaf, ji me şeş biran ra kiribû gez û avlêk. Di nav nûrda raze ew, wê di 52 hefteyên salê da, her roja Pêncşemê, rojî digirt. Jixwe her êvara roja Pêncşemê, roj û şeva me ya pîroz bû. Di wê şevê da, di malên her gundîyên me da find, ango mûm vêdixistin, dibirin cîyekî malê da tîk dikirin, dadianîn, herkes diçû cîyê ku mûm dişewitîya şewq dida, mal ronî dikir, maç dikir û dadigerîyan; zarokan destê mezinen xwe maç dikir, mezinan jî maçek didan yan gepên wan, yan jî serê wan didan ser sîngên xwe, serê wan maç dikirin. Dîya min her sal di yekê Adarê da, di 7-9-17 û 21 rojên Adarê da sedî sed rojî digirt, lê dîsa tiştek nedihat bîhra me ku em ji wê bipirsin, bibêjin, ”Dayê tu çira di van rojên Adarê da rojîyê digirî?” Ev pirs nedihat bîhra me. Gundîyan jî ji hevdu pirs nedikirin, lê hemûyan di meha 12 Îmaman da 12 roj rojî digirt gîrmîya (Şorbe ya Aşûre) Îmaman belav dikirin, balam wate ya wê cejnê jî nedizanîyan, ez bawer im heya roja îro jî nizanin. Sed mixabin me Kurdan dijminên xwe ji xwe ra kirine Xwedê, ew zalimana hebandine. Mînak, me Kurdên Elewî, bi taybetî jî Kurdên Dêrsimê Alî’yê Ereb, mêrkujê xwînrıj, ji xwe ra kirîye Xwedêyê afirandêr. Ew ko nêzî 200 sal berê haya Kurdên Dêrsimê ne ji Qurana Ereb hebû, ne jî Ali ji xwe ra kiribûn Xwedêyê afirandêr. Bibe ku navê wî û navê zarokên wî, bi virrên hin Seîdên derewîn û kedxwar ve bihistîbûn, lê hêj ji xwe ra nekiribûn Xwedê û jibo wan nekesirîbûn, jibo wan rojî jî negirtibûn. Lê rewşa îro dilê min dax dike, dibim şermezarê vî gelê xwe yê bomik û dost û dijmin ji hev ne cihêkirî……
Belê xwendevanên xoşewîst Yilmaz Guney yê dilovan, “Ew kesê ku dijminê xwe nas neke, rêya çûyîna dost nizane” gotibû. Bi rastî jî em Kurd wisa ne. Me ne dost û dijmin ji hev cihê kirîye, ne jî me rêya dost daye pêşîya xwe. Ku heye eger hêzek ji wî ra “Xwedê” dibêjin hiş bide vî gelê nezan û serî hişk, mêjî jehr û şêlo.
Xwendevanên hêja, bi destûra we vêca jî ez dagerim werim ser gelşa sernivîsê, gelşa meha Adarê. Gelo meha Adarê çi tîne bîhra me Kurdên Kurdevîn û Kurdperwer? Qasî ku ez dizanim, li gor mîtolojîyê, roja 21’ê Adarê, roja guhartina salê ye, ku em Kurd jî dîmatîyên erdnîgarîyek deştên berdar, cox û çîyayên bilind, ên berf û pûkê ne. Li gor gotinên mezinan û bi taybetî jî bawerîya dîya min, di 21’ê roja Adarê da sêla sur, ango germ wekî agir di bin axê da cîh digire, berf û qemira ser erda reş dihelîne, mizgîna dema Biharê, ber bi dema Havînê dide gel. Ji ber wê yekê jî gelê Kurd ev roj ji xwe ra kirîye rojek pîroz, roja sersala nû. Bi gotinek Tirkî “Yılbaşı günü”. Ev wate ya yekemîn e. A duhem, dîsa li gor dîroka mîtelojîyê; ango ji vê de 2500 sal berê, qiralekî Asûr, nav jî DEHAQ hemû welatên gelên Aryan, wekî Kurd, Faris, Belûcî, ên din, ango Arıyên Îranî digire bin şîyana xwe, lê heman demê de di nav du milên wî yên piştê, du mar peyda dibin, Qiral jî gazî bijîşk û remîlvanan dike, ewana jî tên ji Qiral ra: “Ezbenî, qiralê hêja, divê tu her roj du mêjîyên xortên ciwan bidî van maran, ku ew bixwin, êşê nedin canê te” dibêjin û pêşnîyaz dikin. Ji ber wê yekê, her roj du xortên gelên Aryan tên serjêkirin, mêjîyên wan didin maran. Gor ku hin dîroknas dibêjin, ji wan xortan 17 xort jî kurên Kawayê Hesinkar bûne. Ango Kawa xudan 18 lawan bûye. Wexta ku dor hatîyê kurê wî yê dawî, wî di roja 21’ê Adarê, ango roja serê salê, çaqûçê xwe yê wekî gurzê dest Rustemê Zal, kirîye bin piftikê xwe yê çerm, li tev kurê xwe çûye qesra DEHAQ, ji DEHAQ ra, “A ha, fermo qiralê me yê xudan şan û nav, niha min ji te ra kurê xwe yê dawî jî anî” gotîye û çekûç di bin piftika çerm da derxisîye daşandîye serê wî zalimî, serî pelçiqandîye, mêjî belav belav kirîye, her du mar jî li tev, dawîya zilm û zora DEHAQ anîye, di heman rojê da gelê Aryan di bin zilm û zorê da Azad bûne, derketine ser deşt, çîyan û coxan da agir dadane, destpêka şabûna felatbûnê û bindestîyê kirine. Ango ew roj bûye roja Azadîya gelên Aryan, ên kîşwera Asya. Dîsa li gor mîtelojîyê, piştî wê rojê Ferîdûn dibe Qiralê gelê Aryan, dibe xudan sê lawan. Navê lawê wî yê mezin SELM e. SELM dibe qiralê RÛM, kurê navîn, nav TÛR e, ew dibe Qiralê Tirk, Moxol, kurê biçûk nav ÎREC e, ew jî dibe Qiralê gelê Aryan, ên Îranî. Wekî dî, şerê van sê biran jî gelek balkêş e. Bira, birayê xwe dikuje. Ev çîrok gelek dirêj e. Bixwînin Şahname ya Fîrdewsî.
Belê xwendevanên hêja, 21’ê Adarê, jibo me Kurdan, yek: Roja pîrozkirina serê salê. Wate ya duhem: Roja Azadîya gelê Aryan. Belê, piştî 2500 sal şuva, “Sazûmana Yekîtîyaa Gelên Chanî di 21’ê Adara sala 1966 da ev roja dîrokî û pîroz, kir roja dijî Nijadperestîyê. Ji ber ku ev roj di dîroka cîhanî da, cara yekhem bûye serîhildana dijî zilm û zorê, bûye roja Azadîya mirovatîyê. Kurd KAWA yê Kassîd jî bûye Pîrê vê roja pîroz. Ez vî kalikê xwe ji dil bi bîhr tînim, li, pêş navê wî yê pîroz û gîyana wî da serê xwe ditewînim; “Kalo tu di dilê hemû Kurdperwerên Kurdistan da dijî, tu nemir î, xwezî hemû nevîyên te wekî tebana” dibêjim.
Belê xwendevanên hêja, piştî evqas gotin û vegotin, dîya min jibo çi di 1–7-9-17’ê Adarê da rojî digirt, çira ev rojana jibo wê rojên pîroz bûn, ez nizanim. Lê tiştê ku ez dizanim, meha Adarê him jibo me gelê Kurd mehek evrar û pîroz, mehek şabûn û kêfxweşîyê, him jî mehek derd û kul, êş, kuştin û şînê. Şabûna destpêka sedsala 20’an, (Piştî derketina Ola Îslamê, heya destpêka sedsala bîstemîn, meha Adarê da çi bûye, çi qewimîye, wekî şabûn û şînî nizanim. Tiştê ku ez dizanim û girîng dibînim, ew jî ev e:) di 14’ê Adarê, 1903’ê da Melê Mistefa yê nemir ji dayîk bûye, çavên xwe li vê cîhana derewîn vekirîye. Lê gelo xemgînî û şîna vê mehê??? Belê, tevkujîyâ Dêrsimê di vê mehê da destpêbûye. 16’yê vê mehê da tevkujîya Helebçê. Enfal jî di meha Sîbatê da.
Xwendevanên hêja, meha Adarê jibo me Kurdan, him mehek şabûn û kêfê, him jî mehek şîn û şîwan, derd û êş û kulan e. “Rojên we yên vê mehê, ên şabûn û kêfê, li tev Newroja we ya vê salê pîroz be” dibêjim, têm çavên we maç dikim, di her kar û barên we da saxî û serkeftin dixwazim û li pêş gîyana hemû cangorîyên Kurdistan serê xwe ditewînim “Axa wan zêde, rama dayîka wan Kurdistan, li ser axa wan kêm nebe” dibêjim.
Belê, berî ku ez dawî bidim nivîsê, dixwazim ji wê helbesta xwe ya jibo Helebçê du-sê çarînan ji we xwendevanên vê malpera Kurd ra binivîsînim. Helbest gelek dirêj e, naxwazim zêde serê we biêşînim. Navê helbestê “Reş Girêdan e”.
Hezar nehsed heştê heşt bû
Kurdperweran reş girêdan
Nûçe ya reş zû belav bû
Kurdevînan reş girêdan
Eman, eman, eman, eman
Helebçe bû mij û dûman
Pênc hezar Kurd cangorî bûn
Birîndaran nedît derman
Eman, eman, eman yadê
Zar, zêç, pîr, kal, teyrên Xwedê
Bi bayê kîmyewî mirin
Reş girêda Kurdo, Werdê.
Li gor mîtolojîyê navê bavê me Kurdan, ê yekhem, Kurdo, ê dayîka me jî Werdê ye” dibêjin. Silav û rêz.
Carek dî, ji dil dibêjim, “NEWROZA WE Û Ê HEMÛ KURDPERWERÊN KURDİSTAN PÎROZ BE; HEMÛ ROJÊN WE Û Ê WAN NEWROZBİN”.
Bimînin di xweşîyê da.