Parlamenterekî Iraqê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hewl dide Kurdistanê ji Iraqê veqetine.
Endamê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û parlamenterê Iraqê Ebdullah Naylî di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şingal û Dûzxurmatu ser bi axa Kurdistanê ve kiriye.
Ebdullah Naylî anî ziman Herêma Kurdistanê dixwaze ji Iraqê veqete û wiha got: “Ji ber vê yek li derdora Herêma Kurdistaê xendeqan dikolin. Bi xendeqên tên kolandin herêmên derveyê rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, niha dimînin di nav axa Herêma Kurdistanê de.”
Naylî amaje kir ku wateya xendeqên hatine kolandin diyarkirina sînorên Kurdistanê ye û pê de çû: “Diyar e Mesûd Barzanî dixwaze Herêma Kurdistanê ji Iraqê veqetine. Kolandinda xendeqan madeya 140emîn a destûra bingehin binpê dike.”
Ji aliyê din ve Serokê Herêma Kurdistanê hefteya dahatî dê ligel hemû partî û aliyên fermî yên Başûrê Kurdistanê re bicive. Şêwirmendê Ragihandinê yê Barzanî, Kîfah Mehmûd jî ragihand, Barzanî dê rizgarkirina axa Kurdistanê, refereandum û serxwebûna Kurdistanê, şerê lid ijî DAIŞê û kirîza darayî bi partiyan re gotûbêj bike.
Serokê Herêma Kurdistanê mesûd Barzanî roja dawî ya sala 2015ê (31-12-2015) bi helkevta hatina sala nû peyamek belav kiribû û têde ragihandibû: “Di destpêka sala nû de ez dê ligel partiyên beşdar di hikûmet û parlamentoyê de û jibo berjewendiyên gelê Kurdistanê, hemû hewlekê bidim daku arîşe nemînin û kêmasî û arîşe dubare nebin û hikûmet jî li ser bingehek nû dest bi kar bibe.
Rudaw