Zanîngeha Cambrige komek belge li ser serhildan, şer, tixûb û nasyonalîzma kurd û Kurdistanê belav dike. Tê gotin ku ew belge heta niha li ti derî nehatine belavkirin.
Zanîngeha Cambrige a Brîtanyayê eşkere kiriye ku dê vê mehê (Çile) komek belege li ser nasyonalîzm, xebat, şerê kurdan û tixûbên Kurdistanê belav bike ku heta niha nehatine belavkirin.
Li gorî malpera fermî ya Zanîngeha Cambrîge, ew belge behsa bûyerên salên 1831ê heta sala 1979ê dikin û ji 9 hezar rûpelan pêk tên.
Li gorî malperê, ew belge ji aliyê Anîta Burdett ve hatiye êdîtkirin. Daxuyaniya Zanîngeha Cambrige li ser wan belgeyan wiha ye:
“Nav: Tomarên liser kurdan, Tixûb, Serhildan û Nasyonalîzm, 1831-1979. Çavkanî: Belgeyên Brîtanî Çapa Unîversîteya Cambridge
Ev belge, ku ji neh hezar rûpelan pêk tên, behsa serhildanên destpêkê yên gelê kurd li dijî desthilatên herêmî û metropolîtan dikin. Herwiha vedigêrrin ka peywendiyên wan bi gel û miletên cîran di qonaxên dîrokî yên cuda de çawan bûne. Ev belge bi wî teherî salixên reh û rîşeyên hestên neteweyî yên kurdan yên sedsala 19an di çarçoveya serhildanên cuda radixe ber çavan û di wan şopan de digihîne tevgerên hevgirtî û ciyawaz yên neteweyî ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem de derketin meydanê. Di heman arasteyê de, belge beratiya terîtuwar û serzemînê ku wekî welatê kurdan dihêt pênasekirin, rave dike.
Qutiya nexşeyan nîgarên guhertina tixûbên wan, yan wan kertên ku berdewam di rewşa guhertin û nakokiyê de bûne, dabîn dike. Ev belgenameya 13 bergî, dê bi çap û dîjîtal online jî berdest be, ku ji neh hezar rûpelan û 20 nexşeyan pêk dihêt. Hemî belgeyên Dewleta Brîtanî li ser kurdan di heyama salên 1831–1979 de, bi şiroveyên lêgerbar di formata e-pirtukê de ji bo xwandevanan berdest be.”