Partî û saziyên navborî li Amedê bangî dewleta Tirkiyeyê kirin ku zimanê kurdî wekî zimanê fermî û zimanê perwerdeyê bê naskirin.
Herwiha bang li civat û sazîyên Kurdan jî kirin, ku ew xwedî li zimanê xwe derkevin.
Ji bo roja 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, rêveberên DEM Parti û sazîyên din li Amedê meşek li dar xistin.
Beşdarvanan bi cil û bergên xwe yê rengîn, dirûşmên ji bo ziman û dowîzên rengbireng çalakî xemilandin.
Dildarên zimanê Kurdî ji ber avahiya DBPyê heta Parka Koşuyoluyê meşiyan û li ber stranên Kurdî govend gerandin.
Dû ra bi her du zaravayên sereke yên zimanê Kurdî, Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî daxuyanî hate dayîn.
Rêvebera Komeleya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç axaftinek kir û di axaftina xwe da got, „Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ango zimanê Kurdî jî wekî hemû zimanên cîhanê yên xwedî statû jî ji pêşdibistanan heta zanîngehan di hemû merheleyên perwerdehiyê da cih bigire. Ji kreş û pêşdibistanan bigire heta zanîngehan divê dibistanên Kurdî bên vekirin.”
DEM Partîyê jî bi asteke bilind di meşê da cihê xwe girtibû.
Berdevka Komîsyona Ziman a DEM Partiyê Cemîle Turhalli jî axifî û got:
“Em dibêjin zimanê me tenê zimanê herêmî ye, zimanê me zimanê cîhanî ye.
Em li her derê ji bo zimanê xwe, bi xirûra xwe, bi kelecana xwe dengê xwe li her derê bilind bikin. Em dibêjin dem dema zimanê Kurdî ye.”