Koma muzîkê Rastak, komeke pirzimanî ye. Kom bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî û gelek zimanên din stranan dibêje û dê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî konserekê li dar bixe.
Konser roja Înê 10ê Gulana 2024an demjimêr 20:00an û li navçeya Peyasê ya Amedê tê sazkirin.
Konsera ku ji alî Şaredariya Peyasê tê organîze kirin, li Parka 75 a Amedê tê li dar xisitin û ji bo Amedîyan jî bê pere ye.
Şaredariya Peyasê di derbarê konserê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kirîye û di peyamê da wiha tê gozin:
“Rengê çanda Kurdî xwe dide rûyê Amedê û dengê muzîka Kurdî bi ser Amedê dikeve.
Koma Rastakê mêvana Amediyan e û hemû gelê me vexwendî ne.”
Koma Rastakê di sala 1997an hatiye damezrandin û bi stranên xwe yên gelêrî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin.
Rastak li ser asta cîhanê jî komeke naskirî ye û heta niha ji bilî Îranê li welatên wekî Brîtanya, Awisturya, Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Holenda, Swêd, Amerîka, Kanada, Awisturalya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Tirkiye, Gurcistan, Belçîka û çend welatên din konser li dar xistine.
Rastak yek ji komên muzîkê yên navdar e û gelek caran li Herêma Kurdistanê jî konser daye.