Di sosyal medyayê da li ser peyvên zimanê kurdî û tirkî pir gengeşî çê dibin. Hinek bi nave xwe, hinek bi naven koman, hinek jî bi tirkî dinivîsînin. Piranîya wan li ser peyvên kurdî gengeşîya dikin. Ji bo pêşketina ziman ew gelek baş e jî. Lê her yek xwe wek zimanzanek dihesibînin û li ser hinek nav û peyvên kurdî şerê hev dikin.
Tiştên herî ecêb ewe ku, piranîya ew kesên dikevin nav gengeşîyê, ji nivîs û gotinên wan wer tê xûyakirin ku, xebera wan ji alfabeya kurdî jî tune ye. Piranîya wan hê bi van tîpên alfabeya tirkî – Ğ- Ö- I- Ü- ğ- ö- ı- ü- dinivîsin.
Wek mînak, şaştî û nivîsandina hinek peyvên bi kurdî: Tîpên rast—Xanî– Ozbekî –Îraq—Umûd: Tîpên xelet—Ğani — Özbeki —Iraq–Ümüd.
Ez bixwe ne zimanzan im. Ez xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûm.
Sedî sed, ez di wê bawerîyê da me, kurdên hê jî dikarîn zimanê xwe yê zikmakî diaxifin, bi rehetî dikarin xwe bi xwe bi kurdî perwerde bikin.
Kêm zêde, mirovek alfabeya kîjan zimanî dibe bila bibe bizanibe, yek rojek tenê, li îrternetê an jî li pirtûkî li ser alfabeya kurdî mêze bike, pir rehet dikare bi kurdî bixwîne û binivîsîne. Ji bo wî jî ne pere ne jî wextek dûr û dirêj lazim e. Hinek cehd bike û hinek jî bixwîne bes e. Rewşa bakurê Kurdistanê li ber çava ye, hinek xîret kirin bese.
Helbet neçarîya herî mezin li bakurê Kurdistanê, dibistan û dibistanên seretayî ên bi kurdî tunin. Kurd mecbûr bi zimanê tirkî perwerde dibin. Piranîya kurdên bi zimanê tirkî perwerde bûne û karîyer kirine, ew jî ji xwe ra bahaneyên piçûk dibînin. Dibêjin ez nikarim kurdî bixwînim, ji ber ku ez bi zimanê tirkî hatime perwerde kirin. Loma ez nikarim kurdî hîn bibim. Belê ew jî ji alîyek da mafdar in.
Lê îro bi saya pêşketina teknolojîyê, ji bo wan bahaneyên wan kesan jî çare he ye. Bi saya ferhengên kurdî û li ser înternetê bi ferhengên pir zimanî, mirov dikare zimanê xwe hînbibe.
Li bakurê Kurdistanê pêncî sal berê piranîya zarokên kurdan, tirkî nizanîbûn. Îro ew generasyona berîya şêst salî, di zarokatîya xwe da, wan yek peyvek bi Tirkî nizanîbûn.
Ji ber ku mezinê me jî bi Tirkî nizanîbûn û bi tirkî nediaxifîn. Loma ew peyvên em ji wan hîn bûne ew rasterast peyvên kurdî ne. Ya rastî yek jî em ji bav û kalên xwe, kîjan peyvî hînbûne ew rast in. Ji ber ku jîyana wan sade bi axaftina kurdî bû.
Wek hinek kes, ji bo hinek peyvên kurdî, dibêjin koka wan bi tirkî ye. Ew dîtin û gotin ne rast in. Bila kurd baş bizanibin, Tirkan peyvê me dizîne, bawerîya xwe bi wan neynin.
Ji bo komara xwe, alfabekî latînî çêkirin û piranîya peyvan ji kurdî, farisî, erebî û ji hinek zimanên Ewropa û bîyanîyan girtin. Bi wan peyvên berhevkirî, loma îro ew jî kirine dewlemendîya zimanê tirkî.
Ya herî zêde bala mirovan dikişîne, yek jî li ser peyvên kurdî û tirkî ne. Divê mirov baş bizanibê, peyvên bi kurdî, ji alîyê zimanzanê tirkan hatine dizîn û wergerandin. Ji bo baş bê fehmkirin van çend peyvên bi kurdî, vergerandine tirkî, mînakên herî baş in.
Wek mînak, peyvên bi kurdî: hurmet- kafir- qatil- tayîn- teresî- terîf- mecbûr- mezre- kontrol- helaw- kaxiz- hevîr- tembel û hwd.
Peyvên kirine tirkî: hürmet- kafir- katil- tayin- teres- tarif- mecbur- mezra- kontrol- helva- kağız- hamur- tembel.
Mixabin îro pir kes ji bo van peyvan û bi hezaran peyvên kurdî ra dibêjin ew bi koka xwe peyvên tirkî ne.
Ji alîyê xwendin û nivîsandin û axaftina zimanê zikmakî, bawer im ji miletê me sistir û tembel mileteke din tune.
Bi rastî jîyan bi zimanê zikmakî xweş e!
Jîyana bi kurdî pir daha baş û xweşe…
10.05.2024