Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî dîyar dike, ku di pêvajoya hilbijartina dersa Kurdî da ji midûrên dibistanan yên ku herî zêde astengî derxistine, ew jî bi eslê xwe Kurd bû ne.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an da li dibistanên amadeyî bên dayîn du roj berê bi dawî bû.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di hinek formên dersa bijarte da ku ji dibistanan ra şandiye cih nedabû Kurdî û li ser sîstemê jî cih nedabû Kirmanckî (Zazakî).
Tevgerên zimanê Kurdî ji bo rakirina astengiyan, li gelek dibistanan dest bi qanihkirina rêveberan kiribûn.
Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî vê yekê di bûltena Rûdawê da din irxand û digot; “Piştî ku me 2020an HEZKURD ava kir, me xwest salên 21 û 22yan em vê kampanyayê bi rê va bibin. Me bi rê va bir lê ne li gorî dilê me bû.
Bi nêrîna min û nêrîna saziya me, armanc di vir da ew e ku ji bo zarok dersa Kurdî hilnebijêrin van astengan derdixin.
Eger ku ev ders gelekî were hilbijartin dewlet jî neçar dimîne ku polan veke û zêdetir mamosteyên Kurdî tayîn bike.“
Di derbarê astengîyan da jî Celalî wiha dibêje; „Li Riha, Siwêreg, Şirnex û Amedê ya ku me bi çavê xwe dît ku astengiya herî zêde rêvebirên dibistanan derdixin.
Ew birêvebir ango midûrên dibistanan ku gelek ji wan bi eslê xwe Kurd astengî derdixistin. Çi sazî û çi dezgehan astengiya ku wan derxistiye, dernexist…”