Îranê 8 girtiyên xort dardakirin, ku ji wan 6 kes Kurd in.
Ji xortên Kurd 4 kes ji Îlamê, 2 kes jî ji bajarê Kohdeşt û Mehabadê ne.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, îro girtiyê Kurd ê bi navê Eyûb Kerîmî yê xelkê Mehabadê ku ev 14 sal in di girtîgehê de bû, li Girtîgeha Qizil Hisarê ya Kerecê dardakirin.
Eyûb Kerîmî û 6 kesên din di sala 2009an li Mehabadê bi tohmeta kuştina melayê bi navê Ebdulrehman Tîna hatibûn girtin û Adara 2016an dadgehê biryara dardakirinê li wan birîbû.
Doh jî girtiyên bi navê Îqbal Fethulahî yê Îlamî û Muhsîn Emîrayiyê ji Kohdeşta parêzgeha Loristanê li Girtîgeha Qizil Hisarê ya Kerecê hatin dardakirin.
Her du kes jî berî 5 salan bi tometa bazirganiya madeyên hişber cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.
Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan, doh 3 girtiyên din ên Kurd ên bi navê Şehram Mihemedbegî (38), Elî Axammihemedî (47) û Nasî Meqsûdî ku li girtîgeheke bajarê Îlamê da bûn, hatin dardakirin.
Herwiha di 24ê Çiriya Paşînê da Hamidreza Azeiyê 17 salî û Mîlad Zohrevendê 22 salî jî hatin dardakirin.
Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dardakirina her du ciwanan şermezar kir.
Li gorî amarên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (IHR) sala par li Îranê herî kêm 582 kes hatine dardakirin û ew jî ji sala 2015an va hejmara herî zêde ye. Sala 2021an jî 333 kes hatibûn dardakirin.