Ev gotina rayedara berê ya Amerîkayî Denise Nataliyê ye.
Denise Nataliya di dema serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump da li Wezareya Karên Derve ya Amerîkayê alîkara misteşar bû.
Bi Nûçegihana Rûdawê Ala Şali ra axifîye û di derbarê pirsgirekên Herêma Kurdistanê da nêrînên xwe aynîye ziman.
Hinek caran di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser çend mijarên cuda pirsgirêk derdikevin.
PDK û YNK vê hefteyê li Hewlêrê civiyan. Di civînê da hinek mijarên wekî mûçeyên karmendan, pişka budceya Herêma Kurdistanê, petrola Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Denise Nataliyê pirsgirêkan destnîşan dike û ji bo ccareserkirina wan jî dibêje; “Girîng e her du partiyên serekê yên Herêma Kurdistanê cudahiyên hev qebûl bikin û karibin van cudahiyan bi awayekî bibandor bi rê ve bibin.
Divê mûçeyên karmendan bi awayekî tekûz bên dayîn û li ser petrolê were lihevkirin.
Dema wê hatiye ku ji bo pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareseriyek were dîtin.”
Denise Nataliyê di derbarê federalîbûna Îraqê da jî wiha dibêje; “Îraq ti wextî nebûye dewleteke federal û encamên vê ji di pêwendiyên Hewlêr-Bexda, qelsiya saziyên dewletê û bêhêziya wê ya li herêmê da tên dîtin.
Piraniya pirsgirêkên li Îraq û Herêma Kurdistanê jî ji ber vê yekê ne ku sîstema federal bi cih nebûye.”