Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi helkefta 100 saliya Peymana Lozanê daxuyaniyek belav kir.
Talebanî di daxûyanîya xwe da dibêje; “100 sal berî niha peymana Lozanê li dijî gelê Kurd û bê beşdariya Kurdan hate îmzekirin. Ev peyman bû destpêka têkbirina xewna kevnar a gelê Kurd û parçekirina xaka me li ser çar parçeyan.
Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê da ji bo biratî û jiyana hevbeş hergav hewl da, lê mixabin her tim rastî zilm û zordariya welatên din hat.
Her cureyên tundî li me hate kirin, hewl hat dayîn ku ziman û nasnameya me were tunekirin. Lê bi van hewldanan nekarîn me ji holê rakin û bi şoreşê û têkoşîna berdewam a gelê xwe ya ji bo rûmet û serfiraziyê em bihêz bûn û em wek çiyayên xwe yên bilind li ser piyan man.”
Di berdewamîya daxûyanîya xwe dam, ji bo pêşerojê jî wiha dibêje; „Niha piştî ku 100 sal di ser vê peymanê ra derbas bûn û qurbaniyên ku me di dîrokê de dane, divê em bi ruhê Kurdewarî, ders ji wê dîrokê bigrin û ji bo pêşerojê xwe amade bikin, ku ew jî bi yekîtî û biratiyê tê garantî kirin.
Divê em hemû bi hev ra ji bo Kurdistana mezin û parastina nasnameya xwe kar bikin. Di rêya armancên xwe yên bilind da nakokiyên xwe bidin aliyekî. Ev, wek miletekî zindî û mafdar yekane rê ye ku em dengê xwe li cîhanê bidin bihîstin û xwe biparêzin.”
Talebanî ji aliyên siyasî ra daxwazek dike û dibêje; “Ez bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim: Belê, gelek cudahiyên me hene, lê ziman û axa me ya hevpar a me hemûyan e û divê em wan biparêzin.”
Bafil Talebanî ji bo helwesta welatên cîran jî wiha dibêje; „Em ji hemû welatên cîhanê û ji cîranên xwe ra vê yekê dibêjin. Şer û pevçûn ne tercîha me ye, em vana bi her awayî red dikin. Em dixwazin di çarçoveya parastina berjewendiyên xwe yên herî bilind û cîranên baş da têkiliyên xwe pêş bixin. Lêbelê bila ew jî bizanibin em dev ji mafên xwe yên rewa bernadin û em dê vana bi her awayî biparêzin.
Divê em vê gotina Serok Mam Celal ji bîr nekin: Heta ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn çareser nebe, aştiyeke mayînde li herêmê pêk nayê.”