Serokê CHPê û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet ê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu bang li rêvebirên dewletê dike û dibêje, „heger hûn dewleta yasayê ne divê hûn Selahattin Demirtaş û Osman Kavala berdin. Her wiha divê li gor yasayê nêzîkî her partiyeke siyasî bibin.”
Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya xebata hilbijartinê da beşdarî bernameyeke televizyonî bû. Di bernameyê da mijarên di rojevê da û amadekariyên xwe û partiya xwe yên ji bo hilbijartinan nirxand.
Kiliçdaroglu ji bo girtiyên Gezî, bi taybetî jî ji bo Kavala û Demirtaş wuha got; “Ji bo kesek ji girtîgehê bê derxistin ne pêwîst e yasaya wê hebe. Ger yasa nebe tû çawa dikarî bêjî ‘hema ez te berdidim’. Ger neheqiyek hebe, bê ku li nêrîna wî ya siyasî binêrî li vir şaştiyek heye divê were sererastkirin. Yên ku bi doza geziyê di zindanê dene, çi gunehê wan he ye? Osman Kavala û Selahattin Demirtaş çima hatine girtin? Yek ji wan jî ne ji ber terorê ew gitîne, ji xelkê ra rastîyê nabêjin. Hûnê rastiyê ji xelkê re bibêjin. Hûn dikarin kesekê rexne bikin, kes ji vê ra tiştekê nabêje. Mafdar be ezê xwe diber çavan ra derbas bikim. Lê biryara Dadgeha Mafê Mirov a Ewroapa he ye. We ew xistiye Destûra Bingehîn, ‘dibê her kes pabendî wê be.’ Heger hûn dewleta yasayê ne, divê hûnê wan berdin.”