Amed, Riha, Mêrdîn û Êlih jî di nav de li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê îro 25ê Nîsanê polîs bi ser gelek malan de girtin û hejmareke zêde ya siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kirin.
Amed, Riha, Êlih û Mêrdîn jî di nav da, li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di ccarccoveya operasyoneke polêsan da, bi sedan kes hatin desteserkirin, ku di nav wan rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û hunermend cîh digrin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di derbarê operasyona ku li herême pêkhatîye û siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û parêzer hatin desteserkirin da daxûyanîyek da. Di daxûyanîya HDPê da wuha tê gotin; “Desthilata AKP-MHPê ji ber tirs û xofê êrîşî partiya me, rêxistinên civaka sivîl, dînamîkên civakî û opozîsyonê dike. Demjimêrên sibehê navenda wê Amed li 21 bajaran bi destê darazê di nav de Cîgira Hevseroka me Ozlem Gunduz, Endamê Rêveberiya me Mahfuz Guleryuz, endamên me, rojnamevan, hiqûqnas û hunermend zêdetir ji 100 kesan hatin desteserkirin.
Em jî û civak jî sedema vê êrîşa desthilata AKPê ku bi destê darazê dike baş dizanin. Desthilata ku ji sala 2015an bi darbeyên siyasî, komkujî, propagandaya reş, rêbazên şerê taybet, gef, şantaj û hemû êrîşan dixwaze temenê xwe dirêj bike, bi desteserkirinê vê sibehê bo hilbijartinên 14ê Gulanê pêvajoya darbeyê daye destpêkirin. Ev operasyon li dijî civak û bijardeya wê ya siyasî gef û çavtirsandineke eşkere ye. Gelê me û aliyên civakê yên ku gef li îradeya wan tê xwarin dê sindoqan da bersiveke bihêz bidin. AKP nikare bi operasyona ku navenda wê Amed e, dîrokê berovajî bike. Berovajî wê dê bi îradeya gel a navenda wê Amedê ji qada siyasî bê paqijkirin ku careke din nikaribe veger e.”
HDPê herwiha bang li hemû aliyan dike, ku li dijî êrîşan helwestê werbigrin.
Herwiha Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê Nuşîrevan Elçî jî di derbarê operasyonê da bertek nîssan da û wuha got; „Em dê netirsin, em dê bêdeng nemînin… Em dê bibin şopînerên wê.“
Elçî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniya Baroya Amedê parve kir û got, „Beriya hilbijartinê armanca vê operasyona li dijî parêzer, rojnamevan û hunermendan zelal e. Em dê netirsin, em dê bêdeng nemînin… Em dê bibin şopînerên wê.“