Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan di operasyoneke li Bakurê Sûriyê da,yek ji rêvebirên sereke yê DAIŞê Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî û 2 çekdarên wê rêxistinê kuştine. Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî li Rojhilata Navîn û Ewropayê wek plansazê operasyonên DAIŞê dihat naskirin.
CENTCOM di derbarê vê operasyonê da daxuyaniya nivîskî da û di
Daxuyaniyê da wuha tê gotin: “Ev serkirdeyê DAIŞê îro danê sibê di êrîşekeka ku bi helîkopteran hatîye kirin da li bakurê Sûriyê hat kuştin. Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî hedefa sereke ya operasyonê bû. Di encama operasyonê da 2 çekdarên din ên DAIŞê jî hatin kuştin.”
Herwiha di daxuyaniyê da tê eşkerekirin ku operasyon tenê bi helîkopter û ji aliyê hêzên Amerîkayê va hatiye encamdan.
Li gor daxuyaniyê ew operasyon piştî nirxandina îstixbaratên ku di derbarê planên çekdarên DAIŞê yên ji bo revandina rayedarên biyanî da hatine bidestxistin, hatiye kirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê da Berdevkê CENTCOMê Joe Buccino wuha dibêje, „Em dizanin ku DAIŞ li derveyî Rojhilata Navîn hêviyên xwe yên êrîşan didomîne. Lewma em bi biryar in ku DAIŞê têk bibin.“