Parlamentoya Viyanayê, Komkujiya Helebceyê wek ‘cenosîd’ nas kir. Di rûniştina parlementoyê da, bi yekdengiya hemû parlementeran êrîşa bi gaza kîmyewî ya li ser Helebceyê wek cenosîd hat qebûlkirin.
Pêşnûmeya hevpar a Partiya Keskan, Partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê (SPO), Awusturyaya Nû û Foruma Lîberal (NEOS) roja Pêncşema 23ê Adara 2023an di parlamentoyê da hat qebûlkirin.
Di daxuyaniya Parlamentoyê da gotinên Parlamentera Kurd a Partiya Keskan Bêrîvan Aslan ku di wergirtina biryarê da xebateke mezin kiribû jî cih girt. Di daxuyaniyê da tê destnîşankirin ku di êrîşa bi gaza kîmyewî ya ku beriya 35 salan ji aliyê dîktatorê berê Sedam Huseyîn va hatibû kirin û tê da 5 hezar Kurd hatibûn qetilkirin.
Parlamentera Partiya Keskan Berîvan Aslan jî li ser hesaba xwe ya Twitterê biryara Parlamentoya Viyanayê ragihandîye û dibêje; “Bo yekemîn car di dîroka siyasî ya Awusturyayê da komkujiya li ser Kurdan wek „Cenosîd “ hat naskirin. Îro kîmyabarana Helebceyê wek komkujiya li ser Kurdan bi dengê hemû partiyên Awusturyayê hate girtin!“