Serokê Amerîkayê di şahiya Newrozê da pêşwaziya hijmareke Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û welatiyên Îranê kir.
Serok Joe Biden li Salona Rojhilat a Qesra Spî şîva Newrozê li dar xist. Biden pîrozbahîya Newrozê li mêvanên xwe kir û got; “Cejna Newrozê di dîrokê da ji aliyê gelên herêmê va li Faris û her wiha li herêmên din ên bajarên Kabul, Hewlêr û Bakûyê hatiye pîrozkirin. Ger ku min derfet dît, ez serdana wan bikim.”
Her sal Newroz di hundirê Koşka Spî dihate pîrozkirin, lê Biden got ku tu sal ji îsal mezintir û qerebalixtir nebûye.
Bîden di derbarê pîrozkirina Newrozê da wuha got; „Sala nû ya Newrozê bi taybetî ji bo kesên ku di rojeke tarî ra derbas dibin, tê wateya hêviyê. Em zanin ku Newroza îsal wê di demeke zehmet da ji bo hejmareke zêde malbatan tê, hêviya wan niha ji her demê bêhtir e û ji bo jinên li Îranê ji bo mafên mirovan û azadiya bingehîn têdikoşin, hêvî dikin.“
Di merasima Koşka Spî de hejmarek ji kesayetiyên kurd hatin vexwendin, ku ji wan yek derhênerê navdarê sînemayê yê kurd Behmen Qubadî û nûnera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Washingtonê Sînem Mihemed bû.