Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir ku hikûmeta Almanyayê dê piştgiriya Kurdên Êzdî bike, da ku koçberên Êzdî vegerin warên xwe.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di di çûyîna xwe Herêma Kurdistanê da serdana Şingalê jî kir.
Baerbock li Şengalê serdana gundê Koço jî kir, ku Kurdên Êzdî di sala 2014an da ji aliyê DAIŞ’ê ve rastê komkujeyeke mezin hatibûn.
Baerbock li wir li wêneyên kesên ku ji aliyê DAIŞê va hatine revandin an jî kuştin nihêrî û bi malbatên qurbaniyan ra sohbet kir.
Baerbock goristana gundê Koço ziyaret kir û çeleng danî ser gorên kurdên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê va hatibûn qetilkirin.
Baerbock bi şêniyên gundê Koço ra axifî li gilî û gazinên wan guhdarî kir. Dû ra ji wan ra helwesta xwe û welatê xwe dîyar kir û got; “Divê cîhan bizanibe ku 8 sal berê li vir, li Şingalê û li dijî mirovahiyê jenosîdek pêk hat. Mêr û jin, xort û zarok, kal û pîr hatin kuştin. Jin û keçên zarok hatin revandin û wendakirin.
Parlamentoya me di roja 19ê Çile da jenodîsa Kurdên Êzdî nas kir. Em naxwazin jenosîda Êzdiyan careke din bibînin û paşguh bikin. Em bi qurbaniyan ra ne û em naxwazin nifşek din vê jenosîda li dijî mirovahiyê jibîr bike.
Em dê her gav li vir û bi wan re bin û alîkariya koçberan bikin ku ew vegerin warê xwe.”