Stûnke Kurdolojiyê ket. Kurdolog Evgenîya Îlîniçna Vasîliyeva di roja 15ê Sibatê û di 89 saliya xwe de koça dawiyê kir.
E.Î Vasîliyeva di 22.12.1935 li herêma bajarê Novgoradê Soletskîyê hatîye dinê.
Malbata E.Î Vasîliyeva di sala 1944 da ji Novgoradê Soletskîyê bar dike û diçe li Leningradê bi cih dibie. E.Î Vasîliyeva li Lênîngradê desto bi xwendinê dike. Di sala 1953an Li Lênîngradê di Zanîngeha Dewletê, Fakulteya Rojhilatnasiyê da xwendina xwe didomîne. Di sala 1958an da beṣa Dîroka Rojhilata Nêzîk û Navîn li wê zanîngehê diqedîne û li Enstîtûta Rojhilatnasiyê ya Akademiya Sovyetê da desto bi kar û xebatê dike.
Di sala 1977an da teza xwe ya li ser Kronîka Xusrew Îbnî Mihemed Tarîx-î Benî Erdelan wekî çavkaniyek dîrokî û etnografîya Kurdên Erdelan qirnê XVIII -XIX diparêze. Di sala 1992 de teza xwe ya doktorayê jî li ser monografiya „Başûrê Rojhilatê Kurdistanê di sedsala XVII – destpêka sedsala XIX an da, dîroka mîrê Erdelan û Baban“ dinivîse û pêşkêş dike.
Rojhilatnas, Werger û Kurdologa navdar a Rûsyayê û cîhanê tevaya jiyana xwe ya zanistî da li ser tarîxa Kurd û Kurdistanê ya qirnê navîn û serdema nû xebitîye
Hinek ji xebatên wê yên li ser dirok, Kultur û jiyana civakî a Kurdan evin:
– Başûrê Rojhilatê Kurdistanê di sedsala XVII – destpêka sedsala XIXan da. Gotarên li ser dîroka Mîr ên Erdelan û Baban. Moskow: Nauka, 1991.
– Şeref Xanê Bidlîsî. Serdem, Jîyan û Nemirî. Petersburg: Nauka, 2003
– Dabeşkirina Siyasî ya Kurdistanê, 1514-1914: Trajediya Kurdî. Petersburg: Nestor-Istoriya, 2017.
Gotar:
-Mîrekiyên feodal ên kurd di sedsala 16. da. (Li ser bingeha materyalên „Şeref-name“) // Abîdeyên nivîskî û pirsgirêkên dîroka çanda gelên rojhilatê (li vir – PPiPIKNV). Civîna zanistî ya salane ya LO IN. L.,1965.
-Benda tekoşîna Şah Ebbas bi Eşîra Kurdên Mukrî re // PPiPIKNV. Civîna zanistî ya salane ya Şaxa Lenîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê. M., 1970.
-Li ser malbatek esilzade mîrên eşîra kurdan a Dumbulî // PPiPIKNV. Civîna zanistî ya VIII ya salane ya Şaxa Lenîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê. M., 1972.
-Rewşa civakî-aborî ya Mîrektiya Erdelan di nîvê pêşîn ê qirnê XIX. PPiPIKN rûniştina zanistî ya salane ya Şaxa Lênîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê. M., 1977.
-Derbarê Çîroka Mah Şeref-xanûmê Kurdistanî – Helbestvan û dîroknasê kurd yê nîvê sedsala XIX. // PPiPIKNV. Civina zanistî ya salane ya Şaxa Lênîngradê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê. M., 1981. Beşa I (1).
-Li ser taybetiyên adetên kurdî // Adet di nav gelên rojavayê Asiyayê da. M., 1988. (hev-nivîskar R.S. Reşîd)
-Yekemîn Çapên Farisî, Frensî û Rûsî ya „Şeref-nāma“ // Manuscripta Orientalia. Vol. 5. No 1, Adar 1999.
-Eşîra Kurda di çavkanî û edebiyatê da // Abîdeyên nivîskî yên rojhilat. 2(3). 2005.
-Dîroknivîsên kurd li ser eşîrên kurdan (ji Şerefxanê Bidlîsî – sedsala XVI heta Mîrza Elî Ekber Kurdistanî – sedsala XIX) // Abîdeyên nivîskî yên Rojhilat. 2(13). 2010.
Werger:
-Şeref Xan ibn Şemseddîn Bidlîsî. Şerefname / werger, pêşgotin, têbinî û pêvekên E.I. Vasilyeva. T. I. M., 1967.
-Şeref Xan ibn Şemseddîn Bidlîsî. Şerefname / werger, pêşgotin, têbinî û pêvekên E.I. Vasilyeva. T. II. M., 1976.
-Xusrew ibn Mihemed Benî Erdelan. Pêhevîya demane. (Dîroka mîrektiya Benî Erdelan) / faksîmîla destnivîsê, wergerandina ji farisî, pêşgotin û têbiniyên E.I. Vasilyeva. M., 1984. 219 r.
-Mah Şeref Xanûm Kurdistanî. Kronîka Mala Erdelan (Ta’rih-i Ardalan) / werger, ji farisî, destpêk û nêzîk. E.I. Vasilyeva. M., 1990.
-Baxçeyê Mîrektiya Nasir / Elî Ekber Dîroknivîsê Kurdistanî / werger, ji farisî, pêşgotin, têbinî û mersûm. E.I. Vasilyeva. Petersburg: Nestor-Istoriya, 2012.