Bi daxwaza Almanyayê û piştgiriya 50 welatên endam li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo gotûbêjkirina rewşa mafên mirovan li Îranê civîneke taybet hat lidarxistin. Di civînê de pêşniyara erkdarkirina tîmeke lêkolînê bi piranîya dengan va hate qebûlkirin.
Di civîna Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de bang li rêveberiya Îranê hate kirin ku daxwazên gel ên wekheviyê binirxîne.
Heriwha di civînê de hate tekez kirin ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hijmara cezayên darvekirinê ji 400 kesî derbas bûye û 85 girtî li benda darvekirinêne û rewşa mafên mirovan li welat her ku diçe xirabtir dibe.
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) pêştir bang li hikûmeta Îranê kiribû ku zextên li dijî xwepêşanderan rawestîne, lê Tehranê di konseya taybet a Mafên Mirovan de derbarê rewşa xirab a mafên mirovan a welat da, nerazîbûn nîşan da, û ew destpêşxerî wek mebesta siyasî bi nav kir.
Civîna roja Pêncşemê ya li Cenevreyê hewla herî dawî ya navneteweyî ye ji bo fişarê li ser Îranê li ser tepeserkirina wê, ku berî niha cezayên navneteweyî û tedbîrên din kişandine.
Wezîra Derve ya Alman Annalena Baerbock jî di civîna konseyê da axifî û got:
„Rewş ezmûneke wêrekiya me ye. Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina serweriya her dewletekê hate damezrandin, lê rejîmeke ku vê hêzê ji bo binpêkirina mafên gelê xwe bi kar tîne, nirxên me yên Neteweyên Yekbûyî binpê dike. Gelek caran me bang li Îranê kiriye ku rêzê li van mafan bigire da ku destdirêjiya tund li ser xwepêşanderan, rijandina xwînê, kuştinên keyfî, girtinên komî, cezayên darvekirinê rawestîne. Tekane bersiva ku me stend tundûtûjî û mirina zêdetir bû.”
Binpêkirinên mafan dê bên lêkolînkirin
Di civînê da, ji bo ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê lêkolîna binpêkirinên mafên mirovan bike, pêşniyara erkdarkirina tîmeke bi dengdana beşdarvanan va hate gebûl kirin.