Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg bi Papa Fransîs ra hevdîtinek kir. Di hevdîtinê da Papa Fransîs soz daye ku ji bo Kurdên Êzidî çi ji destê wan bê, ew dê bikin.
Mîrê Kurdên Êzidî Hazim Tehsîn Beg li ser vexwendina fermî ya Papa Fransîs, roja 14ê Mijdarê ligel şandeke bi Papayê Vatîkanê ra civîya.
Derbarê hevdîtinê da Mîr Hazim Tehsîn Beg dîyar dike ku, ew bi germî hatine pêşwazîkirin û bi Papa ra li ser rewşa Êzidiyan, Şingal û Kurdistanê gotûbêj kir.”
Gor dîyarkirina Mîr Hazim Tehsîn Beg Papayê Vatîkanî Papa Fransîs ji wan ra gotiye, ku ew dê her tişta ku ji wan were, ji bo Êzdîyan bikin. Ew dê hewl bidin ku civaka navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Şengalê zextê li Iraqê bike.”
Nakokiyên siyasî yên li Şingalê li ser vegera bi hezaran Kurdên Êzidî bo ser xaka xwe, çarenivîsa 3 hezar jin û zarokên windabûyî yên Kurdên Êzidî mijarên sereke yên hevdîtina bûne.
Meyan Xatûn, ku jîna Mîr Hazim Beg e, wê jî di nava şandeyê de cih girtibû. Meyan Xatûn bang li civaka navnetewî dike û dibeje; „Bila ev neheqiya li hemû jinên cîhanê û bi taybet li jinên Êzidî tê kirin bi dawî bibe. Min bixwe ji Papa xwest ku ji me ra bibe alîkar ku em dîsa rûbirûyê fermanê nebin.”