Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersen ragihand, ku ew ti Kurdên xwedî welatînameya Swêdê radestî Tirkiyê nakin.
Andersen dibêje; “Em her tim berevaniyê li mafên Kurdan dikin. Em ti Kurdekî xwedî nasnameya Swêdê radestî Tirkiyê nakin. Her kesê ku li welatê me dijî û karê terorîstî nekiribe jiyana wî di bin parastina me da ye.”
Magdalena Andersen li ser rêkeftina wan a bi Tirkiyê ra jî wiha dibêje; “Ligel rêkeftina me ya bi Tirkiyê re, em ti Kurdekî xwedî welatînameya Swêdê radestî Tirkîyê nakin. Li gor yasayên Swêdê her kesekî karê terorîstî nekiribe, li welatê me jiyana wî parastî ye.”