Mikhail Gorbachev Serokê Yêkîtiya Soviyetê yê dawî di 91 saliya xwe da koça xwe ya dawî kir.
Mikhail Gorbachov zêdetir bi “Perestroyka” û “Glasnost” hilweşandina Yekîtiya Soviyetê va tê naskirin.
Gorbachov şeva Sêşembê 30ê Tebaxa 2022an ji ber nexweşiyeke giran û dirêj di temenê 91 saliya xwe da li Moskowê koça dawî kir.
Gorbachov di sala 1985an û di 54 saliya xwe da bû Sekreterê Giştî yê Partiya Komonîst a Yekîtiya Soviyetê. Di heman demê da dest bi reformên ku bi navê “Perestroyka” û “Glasnost” tên zanîn, kir û sîstema ku jê ra digotin „reel sosyalizm“ ji binî va guhart. Piştî reformên wî jî Yekitîya Sovyetê hilweşîya û sîstema dinyayê jî ji nû va hate guhartin.
Mirina Gorbachov gelek karvendanên cîhanî bi xwe ra anîn. Amerîka û Ewropayê hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Mikhail Gorbachov ra nîşan dan.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di peyama xwe da ji bo Gorbachov dibêje, „ew lîderekî nimûne bû ku cîhan ewletir kir.”
Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî d peyama xwe da Gorbachov wek “zilamê aştiyê” bi nav dike.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî ji ber mirina Gorbachev xemgîniya xwe diyar kirîye. Berdevkê Putin ji ajansa Interfax a Rûsî ra dîyar kirîye, ku Putin dê peyameke sersaxiyê bo malbat û dostên wî bişîne.